Parlamenterê CHPyê: Peyamên Birêz Barzanî erênî bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Qersê yê CHPyê Înan Akgun Alp ragihand ku peyamên Serok Mesûd Barzanî yên aştiyê gelekî erênî bûn.
Serok Mesûd Barzanî li navçeya Cizîrê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê beşdarî Sempozyûma Navneteweyî ya Melayê Cizîrî bûbû.
Parlamenterê Qersê yê CHPyê Înan Akgun Alp li Parlamentoya Tirkiyeyê bal kişand li ser wê serdana Serok Barzanî û ji bo pêşwazîkrinê spasiya xelkê Cizîrê kir û peyamên wî yên ji bo pêvajoya aştiyê erênî nirxandin.
Înan Akgun Alp bi bîr xist ku Serok Barzanî li ser vexwendina Parêzgariya Şirnexê çûye Cizîrê û got:
"Peyamên piştgiriyê yên Birêz Mesûd Barzanî yên ji bo pêvajoya aştiyê cihê kêfxweşiyê ne."
"Midaxeleya li şaredaran nayê qebûlkirin"
Parlamenterê CHPyê rexne li helwesta li hemberî hevserokên Şaredariya Cizîrê girt û wiha axivî:
"Di dema vê serdanê de, binpêkirina rêzikên protokolê û midaxeleya li hemberî Şaredarên Cizîrê nayê qebûlkirin.
Ez bawer dikim ku divê serdanên bi vî rengî li gorî rêzikên protokolê û bi awayekî ku nebin sedema aloziyên nû bên kirin."
"Silav li xelkê Cizîrê"
Înan Akgun Alp di dawiya axaftina xwe de Melayê Cizîrî jî bi bîr anî û spasiya mazûvaniya xelkê Cizîrê kir:
"Bi vê wesîleyê ez ji Xwedê rehmetê ji bo alimê mezin Melayê Cizîrî dixwazim.
Ez spasiya Birêz Barzanî dikim ku bersiva vexwendina parêzgarê me da.
Her wiha ez silav û rêzên xwe pêşkêşî xelkê Cizîrê dikim ku bi tecrubeya xwe ya qedîm û bi gihîştîbûnê mazûvaniya Birêz Barzanî kir."
Şırnak Valiliğimizin daveti ile Şırnak Üniversitesi’nde düzenlenen Melaye Cizire sempozyumuna katılmak üzere geçtiğimiz haftasonu ülkemize gelen Sayın Mesut Barzani’nin bölge barışına yönelik mesajları oldukça olumludur.
— İnan Akgün Alp (@inanakgunalp) December 2, 2025
Başkan Barzani’nin ziyaretine kadim tecrübesiyle ve… pic.twitter.com/SCzJWtJiLH