Dadgehê biryara xwe ya li ser Hevserokê Şaredariya Colemêrgê da

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Colemêrgê biryar da ku girtina Hevserokê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Siddik Akişê ku qeyûm li şûna wî hatibû danîn berdewam bike û rûniştina doza wî taloqî 18ê Sibata 2026an kir.

Hevserokê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “birêvebiriya rêxistinê” bi 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hatibû cezakirin.

Dadgeha Herêmî ya Wanê ji ber kêmasiyên di doznameyê de ev biryar betal kiribû.

Li ser vê yekê, doz li Dadgeha 1emîn a Cezayê Giran a Colemêrgê ji nû ve hat vekirin.

Di rûniştina îro ya dozê de Mehmet Siddik Akiş û 11 tohmetbarên din amade bûn.

Akiş parastina xwe kir û daxwaza berdana xwe kir.

Tohmetbarên din Mîkaîl Atan, Hifzullah Kansu, Seyhan Şahîn, Husna Sagin, Îzzet Belge, Tahir Koç û Faruk Yildiz jî parastina xwe kir û daxwaza beraetê û rakirina kontrola dadî kir.

Şandeya dadgehê piştî guhdariya parêzeran, biryar da ku rewşa girtîbûna Akiş berdewam bike û rûniştina doza wî ji bo 18ê Sibata 2026an were bipaşxistin.

"Biryar ne hiqûqî ye"

Parlamenterê DEM Partiyê Onur Duşunmez li pêşiya Parêzgariya Colemêrgê daxuyaniyek da û diyar kir ku biryar ne hiqûqî ye, bi awayekî siyasî hatiye dayîn û got:

“Em dizanin ku ev darizandin bi ti awayî ne hiqûqî ne, darizandinên siyasî ne.

Dosyeya ku 15 sal in berdewam dikir, bi lez û bez bi biryarê ve hat girêdan da ku qeyûm tayînî şaredariyê bikin.

Hevserokê me tevî hemû hîleyan hilbijartin qezenc kir lê hat girtin.

Em biryarên ku bi awayekî siyasî tên dayîn nas nakin.

Yên ku ev biryar dane divê teqez bi paş ve gav bavêjin.”