Ji bo şimika xwe ketibû Çemê Dîcleyê: Cenazeyê wî hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîrê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê cenazeyê zarokê 10 salî hat dîtin ku ji bo şimika xwe derxe ketibû Çemê Dîcleyê.

Li navçeya Cizîrê ji bo dîtina Ahmet E.yê 10 salî yê ku li nav Çemê Dîcleyê winda bûbû dest bi xebatan hat kirin.

Xebatên ku doh ji ber tariya hewayê navber dabûnê, îro sibehê bi beşdariya AFAD, tîmên agirvemirandinê û tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên binê avê careke din dest pê kir.

Bi kameraya binê avê hat dîtin

Tîmê lêgerînê bi kameraya binê avê termê Ahmet E. dît.

Tîmên tenduristiyê cenazeyê zarokê ku ji çêm hat derxistin ji bo otopsiyê veguhast morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.

Ji bo şimika xwe ketibû avê

Doh dema Ahmet E. li perava Çemê Dîcleyê digeriya şimika wî ketibû avê.

Ahmet ji bo şimika xwe derxe ketibû avê û paşê jî li ber avê çûbû û winda bibû.