Konsulxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê nas bikin
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku mesrefê avakirina avahiya nû ya Konsulxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê 796,1 milyon dolar e.
Di avahiya nû de karmendên 7 ajans û wezaretên Amerîkayê dê cih bigirin.
Kevirê bingehîn a konsulxaneya nû 6ê Tîrmeha 2018an ji aliyê serokwezîrê wê demê û serokê niha yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Amerîkayê yê Bexdayê Douglas Silliman ve hatibû danîn.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 13ê Gulana îsal çûbû avahiyê û ji aliyê Konsulê Giştî yê wê demê yê Amerîkayê Steven Bitner ve hatibû pêşwazîkirin.
Avahiya nû ya konsulxaneyê ku wekî projeya NCC tê naskirin, li ser rûberekî 50 donimî (li vê derê donimek 2500 metre çarçik e) hatiye avakirin.
Cihê projeyê nêzîkî 13 kîlometreyan li bakurrojhilatê navenda bajarê Hewlêrê ye.
Li gorî rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Washingtonê de, ev erd bê pere ji Amerîkayê re hatiye terxankirin.
Ev yek bûye sedem ku ti mesrefên zêde ji bo bidestxistina erd neyê ser budceya giştî ya projeyê.
Hûrgiliyên mesrefên projeyê
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di raporekê de hûrgiliyên mesrefên projeyê wiha eşkere kirine:
Avakirina sereke: 422,47 milyon dolar ku karên avakirinê yên sereke û binesaziya bingehîn li xwe digire.
Dîzayn û endezyarî: 39,03 milyon dolar ku mesrefên nexşesazî û dîzayna hûr a mîmarî û endezyariyê li xwe digire.
Budceya yedek a avakirinê: 91,04 milyon dolar ku wekî pereyê yedek ji bo her guherîn an pirsgirêka neçaverêkirî hatiye danîn.
Avakirina nesereke: 63,72 milyon dolar ku karên wekî dîwar, rêyên navxweyî û amadehiyên din li xwe digire.
Serpereştiya projeyê: 60,23 milyon dolar ji bo birêvebirin û çavdêriya rojane ya karên tîmên Wezareta Karên Derve.
Birêvebirina ewlehiyê: 74,31 milyon dolar ku mesrefên dabînkirina ewlehiya projeyê di dema avakirinê de li xwe digire.
Amûr û karên teknîkî: 8,43 milyon dolar ji bo dabînkirina pêdiviyên nav avahiyan û xemilandina berhemên teknîkî.
Rezerva birêvebirinê: 36,84 milyon dolar.
Di raporê de hatiye gotin ku eger pêwîstî bi bikaranîna vê mîqdara pereyê yedek nebe, dikare piştî agahdarkirina Kongreyê ji bo projeyên din ên dîplomatîk ên li cîhanê were terxankirin.
Karmend û pêkhateya avahiyê
Avahiya nû ya Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê hatiye dîzaynkirin da ku bibe navendeke girîng û piştgiriya hebûna berfireh a saziyên hikûmeta Amerîkayê ya li Herêma Kurdistanê bike.
Di nav ajans û wezaretên ku karmendên wan dê li vê avahiyê bin de Wezareta Karên Derve, Wezareta Parastinê, Ajansa Amerîkayê ya ji bo Bipêşketina Navneteweyî (USAID), Wezareta Dadê, Ofîsa Kar û Barên Penaber û Koçberan, Ofîsa Kar û Barên Herêmî û Wezareta Bazirganiyê hene.
Plana destpêkê ku sala 2015an hatibû danîn, hejmara karmendan ji 174an derxist 188an.
Ev hejmar wiha hatiye dabeşkirin: 102 maseyên kar ji bo karmendên Amerîkayî, 83 maseyên kar ji bo karmendên navxwe û 3 maseyên kar ji bo endamên malbata wan karmendên ku mafê wan ê karkirinê heye.
Avahiya nû xeyn ji ofîsan, çend yekeyên manê û xizmetguzariyên din jî li xwe digire ku di nav de 150 text di 104 yekeyên manê de (apartman û townhouse), 30 text di 25 yekeyên manê yên demkî de û 15 text ji bo hêzên Marînayê (Marine Security Guard Residence) ne.