Nasnameyên 6 gerîlayan hatin eşkerekirin
Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameyên 6 gerîlayan eşkere kirin.
HPGyê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan gerîlayan li herêmên cuda yên Herêma Kurdistanê di şer û pevçûnên bi artêşa Tirkiyeyê re canê xwe ji dest daye.
Li gorî daxuyaniyê, wan her şeş gerîlayên HPGyê sala 2022yan li herêmên Zap û Gareyê di demên cuda de canê xwe ji dest daye.
Agahiyên li ser nasnameyên gerîlayan wiha ne:
Sîdem Egîd: Navê wê yê fermî Zeynep Kaplankiran e û li Stenbolê ji dayîk bûye lê bi eslê xwe ji Çewlîgê ye û li herêma Zapê 12ê Çiriya Paşîn a 2022yan canê xwe ji dest daye.
Bozan Kendal Kerboran: Navê wî yê fermî Alî Kaya ye û xelkê Mêrdînê ye û 17ê Hezîrana 2022yan li Gareyê canê xwe ji dest daye.
Zagros Hêvî: Navê wî yê fermî Muhammed Saadetxan e û ji bajarê Makuyê yê Rojhilatê Kurdistanê ye û 29ê Çiriya Pêşîn a 2022yan li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.
Şoreş Tebqa: Navê wî yê fermî Fûat Mustafa ye û xelkê Tebqayê ye û 5ê Çiriya Paşîn a 2022yan li herêma Zapê canê xwe ji dest daye.
Zagros Med: Navê wî yê fermî Sînan Can e û ji bajarê Mûşê ye û 5ê Çiriya Paşîn a 2022yan li herêma Zapê canê xwe ji dest daye.
Yilmaz Dersîm: Navê wî yê fermî Diyar Nasiro ye û li bajarê Helebê ji dayîk bûye û 26ê Hezîrana 2022yan li herêma Zapê canê xwe ji dest daye.