Nêçîrvan Barzanî: Avahiya nû ya konsulxaneyê nîşaneya pêwendiyeke dîrokî ye

Hewlêr (Rûdaw) – Konsulxaneya herî mezin a cîhanê li Hewlêrê hat vekirin.

Avahiya Konsulxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê bi merasîmekê hat vekirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasîma vekirina avahiya nû ya Konsulxaneya Amerîkayê bû û gotarek pêşkêş kir.

Nêçîrvan Barzanî ragihand ku vekirina avahiya nû ya Konsulxaneya Amerîkayê, tekezî ye li ser berdewamiya pêwendiyên Hewlêr û Washingtonê û nîşaneya "pêwendiyeke dîrokî ye."

Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê kir ku Pêşmergeyan mil bi milê Amerîkayê şerê li dijî DAIŞê kir û Amerîka her tim li kêleka gelê Kurd rawestiyaye.

Nêçîrvan Barzanî her wiha anî ziman:

"Em bi temamî piştgiriya hewl û gavên Serok Donald Trump dikin ji bo çespandina aştiyê li herêmê.

Her wiha em ji bo destnîşankirina Birêz Mark Savaya wekî nûnerê taybet ê Îraqê destxweşiyê li wî dikin ku ev pêşhateke girîng e."