Mixabin îro careke din û bi awayekî pilankirî rê li pêş tîma Tora Medyayî ya Rûdawê hat girtin da bûyerên Seyid Sadiq neşopîne.
Di dema êrîşkirinê de li ser tîma Rûdawê, ji aliyê hêzên ewlkariyê yên çekdar li nava bajarokê Seyd Sadiq, bi awayekî gellek neyasayî li tîma SNG a Rûdawê dan û di encamê de bi qondaxa tifengê Emar Fazil birîndar bû, lewma tîma Rûdawê neçar bû ji Seyid Sadiq derkeve.
Ev bûyer di demekê de tê ku duh jî tîma Rûdawê û otomobîla SNG bo heyamekê hat binçav kirin. Tîma Tora Medyayî ya Rûdawê, li gorî yasaya rêxistina karê rojnamevaniyê li Herêma Kurdistanê, bûyerên Seyid Sadiq şopandiye û ev yek jî bi şahidbûna xelkên Kurdistanê encam daye.
Tora Medyayî ya Rûdawê nêrîn û peyama hemû aliyan digihand û wêne jî bi temamî digihand. Em wê nêzîkbûna hêzên ewlekariyê bi binpêkirina yasayê û destdirjî li ser azadiya karê medyayî li Kurdistanê dizanin û bi tundî wê nêzîkbûnê protesto dikin, û dazwaz dikin êdî rêgirî li karê Tora Medyayî ya Rûdawê neyê kirin û metirsî nekeve ser jiyana karmendên tîma Rûdawê.
Tora Medyayî ya Rûdawê
04/01/2014
Hewlêr – Başûrê Kurdistanê
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse