Hikûmet: Emê bi cidî guhdarî daxwaziyên xelkê Seyid Sadiq bikin
Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, ew lêjneya ku bo şopandina bûyerên bajarokê Seyid Sadiqê yê girêdayî bajarê Silêmaniyê hatiye pêkanîn, dê bi awayekî cidî guhdarî daxwaziyên xelkê bajêr û cîbicîkirina wan bikin. Hikûmetê her wiha ji hêzên ewlehiyê xwast, bi awayekî qanûnî nêzîkî xelkê bibin.
Ev çend roj in xelkê bajarokê Seyid Sadiqê yê girêdayî bajarê Silêmaniyê li hember xemsarî û paşdemana xizmetguzariyên bajêr xwepêşandan dikin. Di roja yekem a xwepêşandanê de alozî û pevçûn di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşanderan de derket û di encamê de xortekî jiyana xwe ji dest da û gellek kes jî birîndar bûn.
Li ser vê yekê hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fermana Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî lêjneyek bo şopandina bûyerên Seyid Sadiq pêk anî. Lêjneyê îro serdana bajêr kir û rewş ji nêzîkî ve şopand.
Derheqê kar û erkên lêjneyê de, hikûmetê di daxuyaniyekê de ragihand ku xwepêşandan mafekî sivîl û qanûnî yê hemû xelkê vê herêmê ye ji ber wê jî nerazîbûn û daxwaziyên xelkê bajarokê Seyid Sadiq ji bo hikûmetê girîng e û dê guhdarî daxwaziyan bike.
Li gorî daxuyaniyê, lêjneya şopandina bûyeran îro li Seyid Sadiq biryar daye beşek ji daxwaziyên xelkê wir da û zemîna hevdîtina nûnerên xwepêşanderan bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re jî amade kirin.
Hikûmetê di daxuyaniyê de ragihand ku ew hemû aliyekî piştrast dikin ku hikûmet dê bi awayekî cidî guhdarî daxwaziyên xelkê Seyid Sadiq bike û li gorî plan û terxankirina bûdceya pêwîst kêmasiyên wê deverê çareser bike.
Hikûmetê her wiha ji hêzên ewlehiyê yên bo kontrolkirina rewşa bajêr çûbûn Seyid Sadiq, xwast li gorî qanûnê nêzîkî xelkê bibin û xwe ji bûyerên dilnexwaz dûr bigirin.
Di daxuyaniya hikûmetê de serxweşî ji malbat û xizmên xortê bi navê Biryar Hesen ku di xwepêşandanê de jiyana xwe ji dest da, hat xwastin.