Hewlêr (Rûdaw) - Hunermenda navdar a kurd Gulistan Perwer li ser şer û pevçûnên li Kurdistanê diqewime bi rêya şandeyeke Facebookê xemginiya xwe anî ziman.
Perwer di peyama xwe de acizbûna xwe diyar dike ku têde dibêje, “Mêjiyê min rawestiyaye, guhên min kerr bûne, zimanê min lal bûye, çavê min kor bûne, dilê min êdî lê naxe ji neçariya me Kurdan...”
Herwiha stêrka navdar di dûmahiya şandeya xwe de behsa hovîtiya dijmin dike û Kurdan li ser vê yekê hişyar dike, “Ey Kurdino fersendê nedin dijminên bav û kalan.”
Temamê şandeya Gulistan Perwerê ya li ser hesabê wê hatiye belavkirin:
Gelê min ê hêja...Nizanim ji were çi bibêjim, çi bînim ziman. Nikarim bikim hawar, min bibexşînin. Mêjiyê min...
Posted by Gulistan Perwer on Duşem 4 Çilê 2016
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse