Li Amedê qezaya trafîkê: 12 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li ser rêya Amed û Xarpêtê, otomobîle derbasî şerîda din bû û li otomobîleke din qelibî û di encamê de 12 kes birîndar bûn.
Otomobîla ku ku B.G. diajot, ji kontrolê derket û derbasî aliyê din ê rê bû.
Otomobîla ku ji rê derket, li otomobîla Î.T. diajot qelibî.
Di qezayê de her du şofêr û 10 kesên din birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, polîs û cendirme çûn cihê qezayê.
Tîmên tenduristiyê 12 birîndar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyên bajêr.