Mihyedîn Îso: Meseleya Serê Kaniyê di Peymana 10ê Adarê de hatiye windakirin
Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Cîbicîkar ê Hevbendiya DARê Mihyedîn Îso diyar kir ku demografiya Serê Kaniyê hatiye guhertin û rêjeya Kurdan daketiy binê ji sedî 1ê.
Birêvebirê Cîbicîkar ê Hevbendiya DARê ya ji bo Qurbaniyên Koçberiya bi Zorê Mihyedîn Îso eşkere kir kir ku li bajêr guhertineke sîstematîk a demografîk çêdibe û mal û milkên Kurdan tên talankirin.
Mihyedîn Îso beşdarî bultena Rojava ya Rûdawê bû û bal kişand ser rewşa mirovî ya Serê Kaniyê.
Îso eşkere kir ku berî dagirkirina sala 2019an, nifûsa bajêr derdora 50 hezar kesî bû û ji sedî 50 heta 60î Kurd bûn.
Li gorî gotina Îso niha tenê 15 heta 20 malbatên Kurd (derdora 50 kesî) li bajêr mane ku piraniya wan pîr û kalên di navbera 70 û 90 salî de ne.
"Malên Kurdan difroşin hevdu"
Birêvebirê Hevbendiya DARê derbarê talankirina mal û milkên xelkê de agahiyên giran dan û got:
"Komên çekdar dest daniye ser xanî, zeviyên çandiniyê û kargehên pîşesaziyê yên Kurdan.
Ew van mal û milkan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin û piştî rûxîna rejîma Sûriyeyê ya pêşerojê niha malên Kurdan difroşin hevdû û nahêlin kes vegere."
Îso her wiha destnîşan kir ku bi hezaran malbatên çekdaran ji Idlib, Hims, Hema û Dêrezorê li Serê Kaniyê hatine bicihkirin û heta malbatên DAIŞê jî li bajêr hene.
"Meseleya Serê Kaniyê hatiye windakirin"
Mihyedîn Îso rexne li "Peymana 10ê Adarê" girt û anî zimên ku di vê rêkeftinê de rasterast behsa Serê Kaniyê û Girê Spî nehatiye kirin.
Îso amaje bi rewşa xelkê koçber ê Serê Kaniyê kir wiha axivî:
"Xuyaye bandora wê rêkeftina siyasî ya di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de hîn jî didome ku nahêlin xelk vegere. Di Peymana 10ê Adarê de meseleya Serê Kaniyê hatiye windakirin û kes daxwaza vegera koçberan nake."
Li gorî amarên ku Îso dane, niha derdora 180 hezar koçberên Serê Kaniyê hene û 70 hezar ji wan di 7 kampên li Rojavayê Kurdistanê de jiyana xwe didomînin.
Birêvebirê Hevbendiya DARê di dawiyê de bang kir ku ev dosye nebe mijara bazara siyasî û wekî dosyeyeke mirovî di çarçoveya edaleta veguhêz de were çareserkirin da ku xelk karibe vegere ser mal û milkên xwe.