Li Rojava 200 hezar koçber hene: Şam alîkariyê nade kampan
Hewlêr (Rûdaw) - Rayedarên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê radigihînin ku li kampên herêmê zêdetirî 200 hezar koçber û kesên biyanî dimînin lê hikûmeta Şamê ti alîkariyê nade van kampan.
Berpirsê Kampan ê Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed ji Rûdawê re ragihand ku li herêmê 10 kampên fermî hene.
Şêxmûs Ehmed diyar kir ku li kampên fermî zêdetirî 100 hezar kes dimînin û nêzîkî 100 hezar kes jî li navendên demkî û kampên nefermî dijîn.
Şêxmûs Ehmed tekez kir ku "Hikûmeta Sûriyeyê bi ti awayî alîkariyê nade van kampan."
Kampa herî mezin Hol e
Şêxmûs Ehmed destnîşan kir ku Neteweyên Yekbûyî tenê piştevaniya 5 kampên fermî dike ku ew jî Hol, Erîşe, Mehmûdî, Newroz û Roj in.
Kampên din ji bo dabînkirina pêdiviyên xwe bi giranî pişta xwe didin hinek rêxistinên sivîl ên navneteweyî û xwecihî.
Kampa Holê ku kampa herî mezin a herêmê ye û malbatên DAIŞiyan lê dimînin, ji ber şert û mercên xirab ên jiyanê û metirsiya xurtkirina radîkalîzmê tim di rojevê de ye.
Piştî ku sala 2019an serdestiya axê ya DAIŞê bi dawî bû, nifûsa kampê ji 60 hezarî zêdetir bû.
Niha li kampê zêdetirî 24 hezar kesên ku tê gumankirin pêwendiya wan bi rêxistinê re heye dimînin.
Kampa Rojê û rewşa biyariyan
Li Kampa Rojê jî malbatên ku li gorî Kampa Holê "kêmtir metirsîdar" tên dîtin dimînin.
Li van kampan li gel welatiyên Sûriye û Îraqê, welatiyên biyanî yên ji bi dehan welatên cuda ku tevlî DAIŞê bûne yan di birêvebiriya rêxistinê de cih girtine jî hene.
Şêxmûs Ehmed diyar kir ku di mijara vegera malbatên Sûriyeyî ya li herêmên wan de di navbera birêvebiriya Şamê û Rêveberiya Xweser de kêmasiya hevahengiyê heye.
Bi gortin Şêxmûs Ehmed dersînorkirina welatiyên biyanî gelekî hêdî dimeşe û ev pêvajo bi temamî girêdayî asta hevkariya welatên wan e.
Îraq welatiyên xwe vediguhêze
Hikûmeta Îraqê di mijara wergirtina welatiyên xwe de yek ji welatên herî çalak e.
Li gorî Çavdêrîgeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), birêvebiriya Bexdayê di meha Kanûna Pêşîn a 2025an de 858 kes ji Kampa Holê wergirtine û vegerandine welatê xwe.
Îraq dixwaze heta sala 2027an ti welatiyê wê li kampê nemîne.
Di civîna ku meha Îlonê li New Yorkê di çarçoveya Lijneya Giştî ya NYyê de hatibû lidarxistin de, bi pêşengiya Amerîkayê hêzeke peywirê ya hevpar hatibû avakirin da ku Kampa Holê were valakirin û girtin.
Lê belê tevî zextên navneteweyî, gelek hikûmet bi hinceta "fikarên ewlehiyê" welatiyên xwe wernagirin.