Li Efrînê jineke ciwan hat revandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şerayê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê, jineke ciwan a Kurd ji aliyê komên çekdar ve hat revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku çarenivîsa jina ciwan ne diyar e.

Li herêmên di bin kontrola komên çekdar de, binpêkirinên mafên mirovan, revandin û girtina welatiyan didomin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku komên çekdar 30ê Kanûna Pêşîn a 2025an li navçeya Şerayê jineke ciwan revandiye.

Bi ser gund de girtin

Li gorî daxuyaniya rêxistinê, çekdaran bi ser gundê Derwîşê yê Şerayê de girtiye.

Di encama serdegirtinê de welatiya bi navê Heybet Emîn Silêmana 23 salî hatiye revandin.

Aqûbeta wê ne diyar e

Rêxistina Mafên Mirovan da zanîn ku Heybet Emîn ber bi cihekî nediyar ve hatiye birin û heta niha agahî ji aqûbeta wê nayê wergirtin.

Rêxistinên navneteweyî û yên mafên mirovan gelek caran raporan li ser binpêkirinên wekî kuştin, dizî, talan û revandina li Efrînê belav dikin.