QILEBAN - Cenazeyê Elî Yunis Kerîm hat radestkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Termê ciwanê ji Silêmaniyê Elî Yûnis Kerîmê ku bi xeyala Ewropayê bi rê ketibû û li gundê Robozikê yê navçeya Qilabanê ya Şirnexê di bin berfê de asê mabû îro ji nav berfê hat derxistin.

Piştî xebatên dijwar ên çend rojan, termê Elî Yûnis Kerîm îro radestî malbata wî hat kirin.

Elî Yûnis Kerîm ji gundê Tepezêrîneyê yê navçeya Seyid Sadiqê ya Silêmaniyê ye û di rojên dawî yên sala 2025an de dema ku hewl dida sînor derbas bike ji ber berf û bagerê li çiyê asê mabû.

Yûnis 27ê Kanûna Pêşîn cara dawî telefonî malbata xwe kiribû û gotibû ku ew nêzîkî 5 kîlometreyan dûrî gundê Robozikê ye û di navbera du xalên leşkerî de asê maye.

Piştî vê axaftinê êdî xeber ji wî nehat wergirtin.

Bi alîkariya dronan li herêma Heftanînê hat dîtin

Piştî ku malbatê xwe gihand Muxtarê Robozikê Sabrî Encu, rewş ji Parêzgariya Şirnexê û hêzên ewlehiyê re hat ragihandin.

Ji ber berfa zêde û şert û mercên giran ên erdnîgariyê, xebatên lêgerînê bi zehmetî hatin meşandin.

Di encama şopandina dronan de, termê ciwanê Kurd li nêzîkî herêma Heftanînê di bin metreyan berfê de hat tesbîtkirin.

Sabrî Encu: Dilê me şewitî

Muxtarê Robozikê Sabrî Encu li ser vê bûyera trajîk ji Rûdawê re axivî û xemgîniya xwe wiha anî zimên:

"27ê Kanûna Pêşîn xeber hat ku hinek şop ber bi gundê me ve tên lê kesî tiştek nedizanî. Pişt re xizmekî wî ji Îraqê xwe gihand min û alîkarî xwest.

Me rewş ji yekîneyên ewlehiyê, qeymeqamî û Parêzgariya Şirnexê re ragihand.

Bi piştgiriya wan îro em gihîştin termê wî. Em gelekî xemgîn in; me çawa ji bo Helebceyê êş kişandibe, me li vir jî heman êş hîs kir.

Bila êdî ciwanên me bi xeyala Ewropayê nekevin van rêyên xeternak û canê xwe feda nekin.

Dilê me şewitî, ez sersaxiyê ji malbata wî re dixwazim."

Ji ber sermaya zêde canê xwe ji dest daye

Li gorî agahiyan, Elî Yûnis Kerîm di rojên dawî yên Kanûna Pêşîn a 2025an tevî 3 kesên din bi rê ketibû lê ji ber bagerê têkiliya wan bi hev re qut bûbû.

Ew 3 kesên din karîbûn vegerin lê Elî Yûnis Kerîm di bin berfê de ma.

Hat tesbîtkirin ku wî ji ber sermaya zêde canê xwe ji dest daye.

Termê wî piştî kar û barên fermî yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Qilabanê, ji bo ku li Seyid Sadiqê were bê veşartin radestî malbata wî hat kirin.