Rênas Jiyan: Navenda DEM Partiyê bûye ‘Tirkmanc’ û destkeftiyên Kurdan ne xema wê ne

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar û helbbestvanê Kurd Rênas Jiyan ragihand ku di nav DEM Partiyê de mirovên baş hene lê navenda wê bûye "Tirkmanc."

Nivîskarê Kurd daxuyaniya DEM Partiyê ya li ser desteserkirina Nicolas Maduro ya ji aliyê Amerîkayê ve rexne kir.

Jiyan diyar kir ku fedakarî û dilovanî di nav DEM Partiyê de kêm bûye û ev yek partiyê stewr û xera dike.

Rênas Jiyan teqez kir ku divê zimanê fermî yê partiyê bibe Kurdî û hişmendiyeke neteweyî bibe birêvebir, nexwe asîmîlasyon nasekine.

Helbestvanê Kurd ji ser hesabê xwe yê Xê postek belav kir û di posta xwe de got:

“DEM Partiyê de mirovên baş tê de hene lê navenda wê bûye Tirkmanc’ , fedakarî û dilovanî tê de kêm bûye, ev, partiyê stewr dike, xera dike.

Divê zimanê partiyê yê fermî bibe Kurdî û hişmendiyeke neteweyî bibe birêvebir, ne wa be asîmîlasyon nasekine.”

Rênas Jiyan kî ye?

Rênas Jiyan helbestvan, nivîskar û ramangerekî Kurd ê nûjen e ku di wêjeya Kurdî de xwedî cihekî girîng e. Ew di heman demê de weşanger e û wekî edîtorê Weşanxaneya Belkiyê û birêvebirê kovara Çirûskê dixebite.

Rênas Jiyan 1ê Sibata 1974an li navçeya Qosera Mêrdînê ji dayîk bûye.

Wî li Zanîngeha Dîcleyê Fakulteya Perwerdehiyê beşa Mamostetiya Seretayî xwendiye û piştî qedandina zanîngehê dest bi mamostetiyê kiriye.

Xebatên li ser ziman û girtin

Jiyan sala 2002yan li Mêrdînê ji ber xebatên xwe yên li ser zimanê Kurdî tevî 12 kesan hate girtin û piştî wê hate sirgûnkirin.

Her wiha 1ê Çiriya Pêşîn a 2016an li Amedê hate desteserkirin û piştî 5 rojan hate berdan.

Rêwîtiya wêjeyî û berhem

Dîwana wî ya ewil a bi navê "Janya" sala 1999an hate çapkirin û di nav xwendevanan de gelekî hate hezkirin.

Vê berhemê ew wekî pênûseke xurt da naskirin. Di dîwana "Koleksiyona Çirûskan: Mexzena Xwînê" de wî bal kişand ser rewşa Kurdan a sosyopsîkolojîk û bi hêmayên bîra helbestvanan dîmenên heyamekê saz kirin.

Rênas Jiyan bi şano-trajediya xwe ya bi navê "Di Tuwaletê de" tundî, xerabî û xezeba mirovan vegot.

Pirtûka wî "Ji Şevê Re Çend Têgehên Dera Hanê" jî xebateke li ser bindestî û têgehan e.

Damezirînerê Ekola Çirûskîzmê

Jiyan havîna 2003yan Ekola "Çirûskîzm"ê eşkere kir. Wî bi pirtûka xwe ya "Çirûskîzm Li Ser Goşt û Agir û Hunerê Lêkolîneke Fenomenolojîk" bingeha felsefe û teoriya bi Kurdî saz kir.

Di romana xwe ya "Spîtama" de mîtolojiya Kurdan û felsefeya Zerdeşt, di "Bacanên Pelçiqî" de jî feodalîzma Kurdan û rola jinê nivîsand. Romana wî "Stranên Sor Niviştên Mor" jî romaneke poetîk e û ji antîkarakteran pêk tê.

Nivîskarê Kurd bandoreke mezin li nivşên piştî xwe kir û bi handana Rênas bi dehan kesî dest bi nivîsandina bi Kurdî kir.

Berhemên sereke Rênas Jiyan wisa ne:

Janya (Helbest, 1999)

Mexzena Xwînê (Helbest, 2003)

Di Tuwaletê de (Şano, 2006)

Ji Şevê Re (Ceribîn-Rexne, 2008)

Çirûskîzm (Teorî-Felsefe, 2012)

Qertên Zimên (Zimanzanî, 2012)

Diêşiya (Helbest, 2013)

Spîtama (Roman, 2016)

Bacanên Pelçiqî (Roman)

Berfwerîn (Helbest, 2020)

Kavirên Anarşîst (Roman, 2021)

Romana dawî ya Rênas Jiyan a bi navê "Stêrk Dibişkivîn Li Zêrzewanê" jî di sala 2025an de hatibû çapkirin.