Li Dirbêsiyê elektrîk biha bû, dikandar ketin grevê
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê, dikandarên bajêr ji ber bihakirina ampêrên elektrîkê dest bi grevê kir.
Çavkaniyeke ji bajarê Dirbêsiyê ji Rûdawê re ragihand ku ji ber zêdekirina bihayê ampêran, piraniya dikandarên li bazarên Dirbêsiyê dikanên xwe girtine û nerazîbûna xwe nîşan daye.
Li gorî agahiyên heman çavkaniyê, “Rêveberiya Xweser bihayê ampêrekê ji dolarekî derxistiye 8 dolaran.”
Her wiha hat diyarkirin ku ji aliyê dikandaran ve komîteyek hatiye avakirin û ew komîte dê ji bo çareserkirina pirsgirêkê û erzankirina ampêran bi şaredariya bajêr re bicive.