Rewşa koçberan li kampan ku bê av û eliktirîkê ne
Hewlêr (Rûdaw) - Her ku mirov li nav kampên koçberan rewşa jiyana wan dişopêne , rastî astengiyên din ku ew têde derbas dibin tê.
Li kampa Dareşekranê nêzîkî 250 malbatên koçber bê av û eliktirîk ev çend rojin dijîn.
Koçber dibêjin ku gelek caran wan hewldane ku pirsgirêka xwe bigihînên serpereştin kampê,lê tu kesî bersiva wan neda .
Berpirê kampê diyar kir ku pirraniya penaberên li wan rêzên konên ku bê av û eliktirîkin ,nû ji kampên din û bajarê Hewlêrê hatine .
Bi sedema rewşa xirab a penaberan hin caran ji kampan diçin li nav bajaran dijîn û hin caran ji bajaran qesta kampan dikin .Da ku hinekî rewşa koçberiya xwe baştir bikin .