‘Em ji wê şerm nakin ku li ser Îxwan Mislimîn tên hesibandin’
Hewlêr (Rûdaw) – Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (YÎK) Mihemed Ferec, diyar kir ku ew ji wê şerm nakin ku li ser rêxistina îslamî ya Îxwan Mislimîn bê hesibandin.
Emîndarê Giştî yê YÎKê Mihemed Ferec, di hevpeyvînekê de digel malpera fermî ya partiya xwe li ser rêxistina îslamî ya misrî ya bi navê Îxwan Mislimînê û pêwendiyên YÎKê bi wê rêxistinê re axivî.
Mihemed Ferec, anî ziman ku rêxistina Îxwan Mislimîn di heyama 80 salên borî de ezmûneke nû ya îslamî pêşkêşî cîhana îslamî kir ji ber ku ew ezmûn ji kuştin û radîkalîzmê û wiha got: “Ji ber wê jî ti rêxistinek îslamî bi qasî Îxwan serkeftî nebûye û ti hizrek jî mîna hizra Îxwan di nav gel de nayê hezkirin.”
Ferec, diyar kir ku eger YÎK we partiyeke li ser rêxistina Îxwan Mislimîn de bê hesibandin ew ji vê yekê şerm nakin û wiha axivî: “Ji ber ku me dikarên xwe de di şêwaza pêşxistina doza xwe de ji şîret û hizra wan sûd wergirtiye û em ji wê qotabxanê (ekol) gellek tişt fêr bûne.”
Ev di demekî de ye ku serokê encumena serokatiya YÎKê Mihemed Reûf, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re gotibû ku partiya wî ti pêwendiyeke wê bi rêxistina Îxwan Mislimîn ve tine û wiha anîbû ziman: “Ti pêwendiyeke me bi Îxwanê re nîne û ti karîgeriyeke wê ya baş û xirab li ser me nîne.”
Mihemed Reûf her wiha diyar kiribû ku ti pêwendiyeke YÎKê ya organîk bi Îxwanê re nîne.
Li gorî emîndarê giştî yê YÎKê, Îxwan li Tûnisê ji ber wê bi ser ketin çimkî bihêz û jêhatî bûn lê li rayedarên rêxistinê li Misrê bi qasî yên Tûnisê jêhatî nebûn lewma nekarîn li ser piyên xwe bimînin.