Radyoya Berbang hewl dide bibe dengê koçberan

04-02-2017
SERKAN İNCE
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Dîlok (Rûdaw) - Radyoya Fecir ango Radyoya Berbang bi piştgiriya Weqfa Bulbulzade du sal e ji Dîlokê bi sê zimanan weşanê dike.

 

Radyoya Fecir, Radyoya Berbang, Radyoya Şafakê her sê nav jî bi sê zimanên cûda navên heman radyoyê ne. Radyoya ku bi Erebî, Kurdî û Tirkî/Turkmenî weşanê dike 2 sal berê li bajarê Dîlokê hatiye avakirin.

 

Radyoya Fecir hewl dide di navbera koçberan û Sûriyê de bibe pir.

 

Beşa Kurdî ya radyoyê dixwaze bibe radyoyeke serbixwe ya 24 saetan weşana Kurdî dike. Lê ji ber nikare mûçeyên xebatkaran dabîn bike, bi saeteke weşana Kurdî dike.

 

Avahiya Radyoya Fecir bûye navenda peywendiyan a koçberên Sûriyê bi ax û welatê wan re.

 

Radyo bi 7 xebatkarên xwe 22 saetan bi Erebî, saetek bi Kurdî û saetek jî bi Turkmenî hewl dide bibe deng û rengên gelên Sûriyê.

 

Amedekar û bêjerê beşa Erebî ya Radyoya Fecirê Alaadîn Huso ji Rûdawê re wiha got:

 

“Radyoya Fecir di sala 2015an de hat avakirin. Ji Dîlokê heta Libnanê radyoya me li her şûnek dikşîne. Kurd, Ereb, Turkmen, Aşûrî ji bo tevahiya gelên Sûriyê em dixwazin bibin dengê rastî û heqîqetê. Bi Erebî, Kurdî û Turkmenî em 24 saetan weşanê dikin. Armanca me hevgirtina gelên Sûriyê ye. Danê sibê 4 saetan û danê êvarê jî 4 saetan em weşana zindî dikin. Di warê çandî, hunerî, aborî, siyasî û civakî de em kesayetiyên girîng ên Sûriyê dikin mêvan.”

 

Di avakirina beşa Kurdî ya Radyoya Fecir de ji Rojavayê Kurdistanê kedeke mezin a siyasetmedarê Kurd Ebdulbarî Osman heye. Ji bo ku Beşa Kurdî ya radyoyê bi navê Radyoya Berbang 24 saetan weşana Kurdî bike hemû amadekariyên xwe kirine. Lê astengiyên aborî hîn neqediyane. Niha her tişt li ser dabînkirina mûçeyên xebatkaran maye.

 

Berpirsê Yekîtiya Demokratên Sûriyê li Tirkiyê Ebdulbarî Osman jî got: “Weqfa Bulbulzade gellek ji me re bû alîkar. Cih dan me, radyo amade kirin. Lê kesên ku piştgiriya aborî bide xebatkarên radyoya Berbang tune ye. Em bi hêvî ne ku hinek saziyên wekî Rûdaw ji vê radyoyê re bibe alîkar. Ji ber ku bi zimaneke Kurdî ya zelal em dikarin weşanê bikin û dengê gelê Kurd ji Dîlok bigihînin gelê xwe. Ji ber firekansa weşana vê radyoyê gellek fireh e, digihêje heta sînorê Libnanê.”

 

Koçberên Ereb bi saya piştgirî û hêza aborî û siyasî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di gellek waran de cih dane lingên xwe. Lê koçberên Kurd hem ji piştgiriya aborî hem jî ji ya siyasî bê par in. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst