Derbasbûna dem û alozbûna jiyanê bûye sedem ku heyamên derbasbûyî ji mejiyê me hêdî hêdî biçin, lê wêne her tim dikarin me vegerînin wan deman û me çend kêliyekê di nav wan serdeman de bihêlin.
Enwer Yûsif, wênegirê navdar ê ji Mihabada Rojhilatê Kurdistanê, albûmeke wêneyan belav kir ku jiyan û çanda 50 sal berî niha ya li nav gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê nîşan dide.
Enwer Yûsif ji Rûdawê re ragihand, wî ev album ji temenê 23 salî ve kom kiriye û bi fîlmê negatîv wêne girtine û dibêje, divê her milet bi xwe karên xwe yên ciwan arşîv bikin, ne ku çaverê bin xelkên biyanî bên bo wan vî karî bikin.
Enwer Yûsif ê temen 75 salî, derbarê naveroka albûmê dibêje, “wî ev albûma bi navê `Ew salên Dimînin` belav kir ku 100 wêneyên kevn tê de hatine çapkirin, tîraja kitêbê 100 dane bûye û tenê li Rojhilatê Kurdistanê bi zimanên Kurdî, Farisî û Îngîlîzî belav kiriye.
Ew fotografer dibêje, armanc ji belavkirina van wêneyan ew e ku nifşê nû bibînin “em 50 sal berî niha çawa dijiyan û çanda bav û bapîran jibîr nekin.”
Enwer Yûsif dibêje, hêj 1000 wêne mane bo ku belav bike lê “beşeke zêde ji wan pêwîstî bi nûjenkirin û çapkirinê heye” û wî li ser erkê xwe ev album çap û belav kiriye.
Wêne: Enwer Yûsif/Rûdaw