Serokkomarê Almanyayê diçe Tirkiyeyê
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier dê biçe Tirkiyeyê û bi Serokkomarê wî welatî Recep Tayyîp Erdogan re bicive.
Serokê Ragihandina Serokkomariya Tirkiyeyê Fahrettîn Altun li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku dê Serokkomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier sibe here paytexta Tirkiyeyê.
Altun da zanîn ku Frank-Walter Steinmeier dê li Enqereyê li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bicive.
Her wiha Altun diyar kir ku dê di çarçoveya serdanê û hevdîtinên Erdogan û Steinmeier de li ser hevkariya pîşesaziya parastinê, pêwendiyên du alî yên di navbera Tirkiye û Almanyayê de bi berfirehî gotûbêj bên kirin.
Fahrettîn Altun got: "Tê pêşbînîkirin di hevdîtinê de her wiha li ser pêwendiyên Tirkiye û Yekitiya Ewropayê û meseleyên herêmê jî nerîn bi hev bên guhertin.
Em di wê bawerê de ne ku dê bi saya vê serdanê pêwendiyên kevnar û bi bingeh ên di navbera Almanya û Tirkiyeyê de bihêztir bibin."
Serokkomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier herî dawî Nîsana 2024an çûbû Tirkiyeyê.
Steinmeier di çarçoveya wê serdana xwe de çûbû parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê û serdana mexdûrên erdheja 6ê Sibata 2023yan kiribû.