Li Wanê 5 kes bi hinceta ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê 16 ciwan bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hatibûn desteserkirin û 5 ji wan hatin girtin.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê 31ê Kanûna Paşîn a 2026an li parêzgeha Wanê di operasyonekê de li navnîşanên cuda 16 ciwan bi hinceta “endamtiya rêxistinê” desteser kiribûn.

Ciwanên ku li Birêvebiriya Ewlehiyê ya Wanê kar û barên wan ên îfadeyê temam bûn, doh sewqî dadgehê hatin kirin.

Dadgehê derbarê 5 ciwanan biryara girtinê da û ew şandin girtîgehê.

Her wiha 11 ciwanên din jî bi şertê kontrola dadî hatin berdan.