Fetî Yildiz: Sererastkirinên nû dê li gorî normên hiqûqa navneteweyî bin
Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz ragihand ku sererastkirinên hiqûqî yên derbarê pêvajoyê dê li gorî normên hiqûqa navneteweyî bin.
Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Feti Yildiz li ser hesabê xwe yê Xê bi bîr xist ku Komîsyona Hevgirtina Niştimanî, Biratî û Demokrasiyê dê îro bi serokatiya Serokê Parlamentoyê Numan Kurtukmuş bicive.
Fetî Yildiz da zanîn ku ew dê raporeke hevpar amade bikin.
Yildiz hûrgiliyên girîng ên derbarê çarçoveya hiqûqî ya pêvajoyê de parve kirin.
Yildiz diyar kir ku sererastkirinên hiqûqî yên derbarê pêvajoyê dê li gorî normên hiqûqa navneteweyî û biryarên destûrî bin.
Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê wiha got:
"Sererastkirinên hiqûqî dê di çarçoveyekê de werin amadekirin ku bi biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Destûra Bingehîn re nakok nebin, girêdayî prensîba serweriya hiqûqê bin û pergala nirxên bingehîn ên normên hiqûqê xera nekin."
Fetî Yildiz bal kişand ser armanca pêvajoyê û got:
"Îdeala Tirkiyeya bêteror, êdî tenê ne stratejiyeke ewlehiya navxweyî ye, ew li navenda mîmariya ewlehiya herêmî bi cih bûye. Bila miletê me yê ezîz piştrast be.”
Milli Dayanışma,Kardeşlik ve Demokrasi Komisyonu,
— Feti Yıldız (@YildizFeti) February 4, 2026
Saat 14.00’de Meclis Başkanımızın yönetiminde uzlaşma içinde müşterek rapor hazırlamak için bir araya gelecektir.
Sürece ilişkin hukuki düzenlemelerin çerçevesi açık, öngörülebilir ve hukuk devleti ilkeleriyle uyumlu,
AİHM ve AYM…