Balafirgeha Qamişloyê bi Şamê ve tê girêdan

Hewlêr (Rûdaw) - Balafirgeha Qamişloyê ya Rojavayê Kurdistanê bi Birêvebiriya Balafirgehaniya Sivîl a Şamê ve tê girêdan û komîteyeke Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê ji bo vê yekê Qamişloyê  ziyaret dike.

Li gorî zanyariyên Rûdawê îro komîteyeke ser bi Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê ve ji bo bicihanîna rêbazên îdarî çû Balafirgeha Qamişloyê.

Armanca ziyaretê girêdana balafirgehê bi Balafirgehaniya Sivîl a Şamê ve ye.

Birêvebir ji Şamê, alîkar ji HSDyê ye

Serokê Çavdêrîgeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ramî Ebdulrehman ji Rûdawê re ragihand, "Balafirgeh bi Birêvebiriya Balafirgehaniya Sivîl a Şamê ve hatiye girêdan.

Her wiha dê birêvebirek ji aliyê Şamê ve û alîkar jî ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve werin diyarkirin."

Li gorî zanyariyan, tîmeke navxweyî ji bo îdarekirina balafirgehê hatiye diyarkirin.

Balafirgeh girtî bû

Piştî rûxîna desthilata Beşar Esed a dawiya sala 2024an, Balafirgeha Qamişloyê hatibû girtin û tenê balafireke Rûsyayê li wê derê hebû.

Ew balafira Rûsyayê 22yê Kanûna Paşîn a 2026an li balafirgehê daketibû û piştre hatibû ragihandin ku kel û pelên hêzên Rûsyayê veguhastine.

Rûdawê zanyarî bi dest xistin ku ji bo heman armancê komîteyên Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê, çûye deriyên sînorî yên di bin kontrola HSDyê de jî.