Dosyeyên Epstein: 'Zarokên winda yên erdhejê li kû ne?'

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku di dosyeyên nû yên Epstein ên ku li Amerîkayê hatin eşkerekirin de îdiayên revandina zarokên ji Tirkiyeyê derketin rojevê, mijara zarokên windabûyî ên piştî erdhejên 6ê Sibatê ducare hat nîqaşkirin.

Pisporê erdhejê Prof. Dr. Ahmet Ercan hişyariya xwe ya sê sal berê bi bîr û got, "Di erdheja 6ê Sibatê de 55 zarokên me winda ne."

Dosyeyên Epstein û îdiaya Tirkiyeyê

Wezareta Dadê ya Amerîkayê derbarê milyarder Jeffrey Epsteinê ku ji ber sûcên destdirêjiya zayendî û şkenceya li zarokan ceza kiribû de nêzîkî 3 milyon rûpel belgeyên nû ji raya giştî re parve kir.

Di îfadeyên şahidan û qeydên dadgehê yên di nav belgeyan de cih digirin de hat îdiakirin ku ji bilî welatên Asya û Ewropayê, ji Tirkiyeyê jî keçên biçûk birine Girava Little St. Jamesê ku tê gotin bi tora bazirganiya mirovan û pedofîliyê ya Epstein ve girêdayî ye.

"Zarokên ku bi Îngilîzî nizanin hildibijart"

Di îfadeya mexdûreke sala 2009an de (Jane Doe No. 102) bal kişand ser wê yekê ku Epstein bi taybetî keçên ne reşîd (biçûk) yên ku bi Îngilîzî nizanin hildibijêre û wiha hat gotin:

"Epstein, bi balafira xwe ya taybet ji Tirkiye, Çekya, Asya û gelek welatên din keçên ne reşîd yên ku bi Îngilîzî nizanin veguhast.

Yên ku bi Îngilîzî nizanin tercîh dikir çimkî ev yek wan bêparastintir dikir û agahdarkirina rayedaran a li ser sûcan zehmettir dikir."

Ew îdiayên navborî li Tirkiyeyê jî bûn sedema nîqaşan.

"Di erdheja 6ê Sibatê de 55 zarokên me winda ne"

Prof. Dr. Ahmet Ercan li ser van bipêşketinan, parvekirina xwe ya berê ya derbarê zarokên ku piştî erdhejên 6ê Sibatê winda bûbûn de ducare anî rojevê.

Ercan li ser hesabê xwe yê Xê ev tişt got:

"Sê sal berê dema ku min û hevalê xwe yê hêja Nasuh Mahrukî li herêma erdhejê ya Meletiyê di nav kavilan û konan de lêkolîn dikir, min li gorî agahiyên ku ji Komeleya Jinan a Mor Çatiyê wergirtibûn behs kiribû ku dibe ku zarokên biçûk ên ji erdhejê rizgar bûne hatibin revandin.

Li şûna ku dozgeriyê ev yek wekî îxbar qebûl bike û lêpirsînê bide destpêkirin, bi hinceta agahiya şaş ez desteser kiribûm.

Îro derket holê ku di erdheja 6ê Sibatê de 55 zarokên me winda ne. Kî sûcdar e, kî ne sûcdar e? Zarokên me li kû ne?"

"Îdiaya revandina zarokên ji Tirkiyeyê ne rast e"

Li aliyê din, Navenda Têkoşîna li Dijî Dezenformasyonê (DDM) ya Serokomariya Tirkiyeyêl derbarê dosyeyên Epstein de daxuyaniyek dabû û ragihandibû ku îdiayên derbarê revandina zarokên ji Tirkiyeyê ne rast in.

DDMyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku îdiayên ku di nava raya giştî de belav bûne bi qeyd û belgeyên fermî nayên piştrastkirin û di dosyeyên Epstein de ti delîla rasterast û piştrastkirî ya li ser revandina zarokan ji Tirkiyeyê tune.

DDMyê di daxuyaniyê de bangî raya giştî kir ku "li hemberî îdiayên bêbingeh baldar bin."