Hewlêr (Rûdaw)- Foruma salane ya Zanîngeha Amerîkî li Silêmaniyê destpêkir û 2 rojan berdewam dibe. Di forumê de dê pirsgirêkên Rojhilata Navîn bêne gotûbêjkirin.
Mêvanên forumê pêk tên ji: serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serokwezîrê berê yê Herêma Kurdistanê Berhem Salih, wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu, wezîrê derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî, şêwirmendê ewlekariya neteweyî ya Iraqê Falih Feyaz, serokê berê yê Parlamentoya Iraqê Haçim el-Hesenî, serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên, wezîrê xwendina bilind a Iraqê Elî Edîb, wezîrê samanên siruştî yê Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî û piraniya serkirdeyên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê.
Gotara yekem a forumê ji aliyê wezîrê xwendina bilind a Iraqê Elî Edîb ve hat pêşkêşkirin û tê de bal kişande ser pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û got “Divê hewl ji bo sînordarkirina pirsgirêkan bê dayîn”.
Pişt re seroka Zanîngeha Amerîkî li Silêmaniyê goratek pêşkêş kir. Herwiha serokwezîrê berê yê Herêma Kurdistanê û serokê fexirî Zanîngeha Amerîkî li Silêmaniyê Berhem Salih jî gotara xwe pêşkêş kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse