Serkirdeyên Gorran tevlî Furoma Zanîngeha Amerîkî nebûn

04-03-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Îro piraniya serkirdeyên Herêma Kurdistan, Iraq û navçeyê tevlî Foruma salane ya Zanîngeha Amerîkî li Silêmaniyê bûn, lê ne Newşîrwan Mistefa û ne jî ti serkirdeyekî diyar ê Tevgera Gorran tevlî forumê nebûn.

Îro sêşemê Foruma salane ya Zanîngeha Amerîkî li Silêmaniyê destpêkir  û wê 2 rojan bidome. Di forumê de behsa pirsgirêkên Rojhilata Navîn tê kirin.

Mêvanên forumê pêk tên ji: serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serokwezîrê berê yê Herêma Kurdistanê Berhem Salih, wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu, wezîrê derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî, şêwirmendê ewlekariya neteweyî ya Iraqê Falih Feyaz, serokê berê yê Parlamentoya Iraqê Haçim el-Hesenî, serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên, wezîrê xwendina bilind a Iraqê Elî Edîb, wezîrê samanên siruştî yê Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî û piraniya serkirdeyên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê.

Endamê odeya têkiliyên dîplomasî ya Gorranê Şiwan Qiliyasanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand “Kak Newşîrwan ji bo forumê hatibû vexwendin, lê ji ber ku ew gelek mijûl e, nikarî îro amade bibe”.

Derbarê pirsekê de gelo ji bilî Newşîrwan Mistefa ti serkirdeyekî din ê diyar ê Gorran mîna patiyên din tevlî forumê bûye, Şiwan Qiliyasanî got “Ji odeya me ya dîpolmasî 2 kes bi navê Hoşyar û Hîwa beşdar bûne”.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst