Hevseroka Şaredariya Silopiyayê hat girtin

Navenda Nûçeyan – Hevseroka Şaredariya Silopiyayê Emine Esmer û ajokarê wê Cemal Yigit hatin desteserkirin.

Hevseroka Silopyayê Emine Esmer û ajokarê wê Cemal Yigit îro li avahiya şaredariyê ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.

Emine Esmer û Cemal Yigit bi hêceta “endamê rêxistinê ne” û "peywira xwe nebaş bi karanîn"  derxistin Dadgeha Cezaya Sulhê ya Cizîrê.

Dadgehê biryara girtina wan de û ew şandin Girtîgeha T a Şirnexê