Xelkê gundê Kosa yê Recoyê behsa pêrîşanbûna xwe dikin
Hewlêr (Rûdaw) - Di encama erdheja 6ê sibatê de, gelek gundên herêma Efrînê ziyan dîtibûn û hin gundan %80 ziyan ji erdhejê dîtine û gundê Kosa yê Reco yek ji wan gundan e.
Gundê Kosa ser bi nahiyeya Raco yaq herêma Efînê ye. Di encama erdhejê 6ê sibatê de, hejmareke mezin ji xaniyên gundiyan ziyan dîtine.
Rêjeya ziyanan cihêwaz e. Hin xanî tenê ziyanên sivik gihiştinê, lê hin xaniyên din jî terk û derzên kûr li wan vebûne, û êdî gund ji hilweşîna wan bitirs in. Lewre, hejmareke mezin ji malbatên gund malên xwe bi cih hiştine û kon li hewşên xwe yan li serdora malên xwe vedane.
Gundiyekî gundê Kosa yê Racoyê dibêje: “Ji ber erdhejê gelek xanî hilweşiyan û herwiha hejmareke xanî jî seqet bûne. Nexweş hene û rewşa û ya me jî nebaş e. Xelk ditirsin herin malên xwe, pêwîstiya me bi çadiran heye.”
Ji ber kêmiya konan, her çend malbat li jêr yek konî de dijîn. Lewre nişteciyên gund bangî rêxistin û saziyên mirovî dikin ku kon û pêdawîstiyên din ên jiyaanê bo wan dabîn bikin.
Welatiyeke din jî dibêje: “Em 5 malbat di bin vê çadirê de dimînin û herwiha malbatek jî herî 5-6 kesan pêk tên. Xaniyên me seqet bûne û pêwîstiya me bi çadiran heye. Ev 22 roj in kesê ji me re negotin e ku ka hûn sax in an jî mirine.”
Gundê Kosa, 22 kîlometreyan ji bajarokê Raco, û 47 kîlometreyan ji bajarê Efrînê û tenê 2 kîlometreyan ji sînorê bakurê Kurdistanê dûr e. Hejmara nişteciyên wî, li gor amarên herî dawî pêş dagîrkirina herêma Efrînê, 1088 kes bûye.
Çavkaniyên ku ji gund ji Rûdawê re axivîne û dîmen taybet şandine, diyar dikin ku ziyan gihiştiye %80 ji xaniyên gundiyan.
Li gor heman çavkaniyan, li nêzî gund, çiyayek bi navê Çiyayê Benê Birîkê ji Kosa heta penêreka û heta sînorên bakurê Kurdistanê qelişiye û kevir û latên mezin jê weşiyabûn. Lê tu ziyan li gundiyan nekirine.