Mereş: Dukandar ji bo ku rewşa derûniya erdhejê ji ser xwe bavêjin dukanên xwe vedikin

Hewlêr (Rûdaw) - Erdheja 6ê Sibatê ya Mereşê tevî wan wêrankariyên ku li pey xwe hiştîn, niha li wî bajarî hewl tên dayin hêdî hêdî jiyan li wir asayî bibe, weke gavekê ji bo vê yekê jî, bazara dîrokî ya Mereşê, piştî erdhejê, yekem car hat vekirin ku berî erdhejê navenda bazirganiya bajêr bû. Dûkandarên ku sax mane ji bo ku ji rewşa derûniya erdhejê dûr bikevin hêdî hêdî dûkanên xwe vedikin û li benda qismetê xwe dimînin.

Bazara  dîrokî ya Mereşa, dîroka wê vedigere berî 500 salan. Ji ber ku berî 10 salan hat nûjenkirin û bi stûnên pola hat bihêzkirin, bazarê  ji wê erdheja mezin zerareke zêde nedîtiye.

Sûka Mereşê ya dîrokî piştî erdhejê yekem car hat vekirin. Sûka dîrokî ya Mereşa Bakurê Kurdistanê ye, ku dîroka wê vedigere berî 500 salan. Berî erdhejê navenda baziraganiya bajêr bû û dilê Mereşê li vir diavêt.

Dûkandarên sax mane, bi armanca ji derûniya erdhejê dûr bikevin hêdî hêdî dûkanên xwe vedikin û li benda qismetê xwe dimînin.

Dukandar Necmettin Çınarlidere got, “Xwedê neyîne serê kesekî. Em dûkanan ji bo qezenckirina pereyan venakin. Em dixwazin hinekî derûniya erdhejê ji bîr bikin.”

Dukandar Hakan Akçakale anî ziman, “Heta niha tevgerek nîne. Em ji bo derbaskirina roja xwe û morala xelkê dûkanên xwe vedikin. Derdê me ne pere ye.”

Ji ber ku berî 10 salan hat nûjenkirin û bi stûnên pola hat bihêzkirin, sûka dîrokî ji erdheja mezin zerareke zêde nedîtiye.

Zêringer Şenol Bilici got, “Banê sûka me ya girtî heta salên 70-80yî girtî bû. Sala 80yî ser wê hat girtin û Şaredariya Bajarê Mezin bi stûnên pola bihêz kir. Xwedê ji wan razî be. Dûkanên sûka me bi saya van stûnên pola zerar nedîtin.”

Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Keşûhewayê ya Tirkiyê piştî erdhejê ragihand, li Mereşê 3 hezar û 752 avahî hilweşiyan û 19 hezar û 194 avahiyan zerar dît. Li gor rapora Zanîngeha Bogaziçiyê jî %40ê avahiyên Mereşê yan hilweşiyan an jî zerareke zêde dîtin.