ROJHILAT - Li Sineyê 23 kes hatine kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Di encama êrişên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê yên li ser bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê de 23 kes hatin kuştin.
Di êrişan de bi dehan kesên din jî birîndar bûn û 20 baregehên leşkerî û ewlehiyê bûn armanc.
Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê îro ragihand, "Ji roja şemiyê 28ê Sibatê ve heta niha li parêzgeha Sineyê 20 baregehên Supaya Pasdaran û polîsan hatine armanckirin û ji ber vê yekê 23 kesan canê xwe ji dest daye."
Zêdetirî 200 kesî birîndar in
Ajansê her wiha destnîşan kir ku êrişan xisarên mezin ên canî li pey xwe hiştine.
Li gorî agahiyan, li Sineyê ji ber êrişan heta niha zêdetirî 200 kesî birîndar bûne ku rewşa tenduristiyê ya hinekan ji wan giran e.
Her wiha hat ragihandin “Amerîka û Îsraîlê 6 caran cihên sivîlan jî kirine armanc.”
Operasyona berfireh û hevpar
Ev êriş beşek in ji wê operasyona berfireh û hevpar a ku roja şemiyê 28ê Sibata 2026an berê sibehê, ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve li dijî Îranê dest pê kiriye.
Di vê operasyonê de li Tehranê jî gelek navendên hestyar, leşkerî û ewlehiyê hatin armanckirin.
Li hemberî vê yekê, Supaya Pasdaran a Îranê bi çend pêlên mûşekên balîstîk û dronên xwekuj bersiva êrişan da.
Birêvebiriya Tehranê ragihand ku wan li welatên herêmê baregehên Amerîkayê û li nav xaka Îsraîlê jî çend armanc kirine hedef.