Bafil Talebanî û Eraqçî li ser şerê li herêmê axivîn
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî bi telefonê axivîn.
Medyaya fermî ya YNKyê ragihand ku wan qala şer û bipêşketinên leşkerî kiriye.
Li gorî medyaya fermî ya YNKyê, di wê pêwendiya telefonî de Bafil Talebanî tekezî li ser dîtina çareseriyeke aştiyane ya ji bo pirsgirêkan û vegera li diyalogê kiriye.
Bafil Talebanî da zanîn ku divê aramiya Rojhilata Navîn bê parastin û gotiye, "Hemû hewlên YNKyê di vê çarçoveyê de ne."
Wekî ku medyaya fermî ya YNKyê dibêje, Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Ebas Eraqçî ji ber rol û bandora wî ya di parastina aramiya Îraq û Herêma Kurdistanê de spasiya Bafil Talebanî kiriye.
Ebas Eraqçî her wiha bi rêz li pêgeha aştiyane ya YNKyê ya li herêmê nêriye û ragihandiye, "Em dê di nava pêwendiyeke berdewam de bin."
Li gorî daxuyaniya medyaya fermî ya YNKyê, di wê hevdîtina telefonî de "li ser şer û bipêşketinên leşkerî yên dawiyê yên li herêmê" axivîne