Ocalan li ser Îran, pêvajo û statuyê peyamên girîng dan
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan hûrgiliyên hevdîtina 26ê Sibatê ya bi Abdullah Ocalan re parve kirin.
Di hevdîtinê de ji şerê Rojhilata Navîn heta pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê, ji birêvebiriyên herêmî heta zimanê Kurdî gelek mijar hatin gotûbêjkirin.
Omer Ocalan ragihand ku Abdullah Ocalan gotiye, "Statuya min statuya Kurdan e."
Omer Ocalan ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û li ser naveroka hevdîtina bi Abdullah Ocalan re agahî dan.
Hevdîtin li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Îmraliyê hat kirin û nêzîkî 2 demjimêran ajot.
Di çarçoveya hevdîtina malbatan de malbatên girtiyên din Hemîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar, Ergîn Atabey û Mehmûd Yamalak jî amade bûn.
Hat diyarkirin ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê de pêşbîniyên xwe yên li ser rûdanên herêmî parve kirine.
"Em di qonaxa duyem a midaxeleya Îranê de ne"
Omer Ocalan diyar kir ku Abdullah Ocalan tevgera leşkerî ya li Rojhilata Navîn wekî "qonaxa duyem a midaxeleya li Îranê" pênase kiriye.
Nirxandinên Ocalan wiha hatin ragihandin:
"Min gotibû Îraq çû, pêkhateya heyî ya Sûriyeyê belav bû û eger Îran xwe demokratîk neke dê rûbirûyî midaxeleyê bibe.
Niha em di qonaxa duyem a wê midaxeleyê de ne. Midaxeleya ewil şerê 12 rojan bû.
Ya niha cografyaya wê berfireh bûye û midaxeleyeke mezintir e.
Di vê xalê de divê gel û saziyên me tevdîrên xwe bistînin.
Fatureya nêzîkatiyên şovenîst û populîst ji bo gel giran dibe."
"Pêvajo giran dimeşe, gavên pratîk lazim in"
Hat diyarkirin ku Ocalan pêvajoya ku li Tirkiyeyê tê meşandin jî nirxandiye û tekez kiriye ku zemîn çêbûye lê lez têrê nake:
"Pêvajo giran dimeşe lê zemînek ava kir ku rê li ber siyaseta demokratîk vekir.
Tiştek nemaye ku me heta niha negotibe, êdî pêdivî bi gavên pratîk heye.
Civîn, konferans û nîqaşên teorîk girîng in lê divê êdî em bi polîtîkayên şênber encamê bistînin.
Ev erk hem ji bo mekanîzmaya dewletê û hem jî ji bo pêşengên siyaseta demokratîk a li qadê derbasdar e."
Birêvebiriyên herêmî û Ahmet Turk
Di hevdîtinê de Ocalan bal kişandiye ser bihêzkirina birêvebiriyên herêmî, bi taybetî jî rewşa Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û Ahmet Turk.
Omer Ocalan got, "Serok ji bo ku birêvebiriya herêmî çalak bibe banga sererastkirina yasayî kir.
Wî diyar kir ku divê Birêz Ahmet Turk vegere ser karê xwe û bidawîhatina pêkanîna qeyûman xwedî wateyeke mezin e."
"Statuya min statuya Kurdan e"
Hat ragihandin ku Abdullah Ocalan li ser mijarên "statu" û "Mafê Hêviyê" yên ku Serokê MHPyê Devlet Bahçelî anîbûn rojevê wiha axivîye:
"Mafê Hêviyê girîng e. Li Meclisê meseleya statuya min hat axaftin.
Helbet statuya min girîng e çimkî statuya min di heman demê de statuya Kurdan e.
Derketina min a ji vir derketina gel e, derketina gel derketina min e."
Polîtîkaya Sûriye û Rojavayê
Hat ragihandin ku Ocalan rûdanên li Rojavayê ji nêzîk ve dişopîne û giringiyê dide wê diplomasiyê ku Kurdên herêmê li ser pêyên xwe bisekinin.
Ocalan peyam daye ku di vê serdema hejandina pêkhateyên dewletan de divê li hemberî şerê derûnî yê li ser gel hişyar bin.
Hişyariya li ser Kurdî
Ocalan gotiye, "Amûra serdema nû siyaseta demokratîk û hiqûq e; divê her kes di bin banê DEM Partiyê de beşdarî xebatan bibe" û li ser parastina zimanê dayîkê ev hişyarî daye:
"Zimanê Kurdî girîng e. Eger zihin perçe bûbe ziman jî perçe bûye. Eger hêza we ya siyasî tune be hêza we ya çandî jî nabe.
Eger hêza we ya rêxistinkirî tune be hûn nikarin ziman li ser pêyan bigirin. Divê em xwedî li nirxên xwe derkevin."
Di dawiya hevdîtinê de hat parvekirin ku Abdullah Ocalan bi henekî gotiye, "Kurdiya min ji Kurdiya we çêtir e."