Komeleyê biryar da: Tevlî 'Hevpeymaniya Kurdistanê' dibe
Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê ya Îranê biryar da ku bi awayekî fermî beşdarî "Hevpeymaniya Kurdistanê" bibe.
Polîtburoya Komeleyê dibêje ku wan ev biryar ji bo berjewendiyên neteweyî û bi liberçavgirtina hestiyariya qonaxê daye.
Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê ya Îranê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.
Polîtburoya Komeleyê amaje bi wê yekê kir ku wan her tim ji bo yekrêziya gelê Kurd û hevkariya navbera hêzên siyasî hewl daye.
Du xalên sereke
Komele di daxuyaniya xwe de tekezî li wê yekê dike ku di dema borî de di navenda diyaloga navbera hêzan de cih girtiye û li ser du xalên sereke israr kiriye:
"Yekbûna Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê" û "Birêvebiriya hevbeş a Kurdistanê ya di qonaxa veguhêz de."
Li gorî Komeleyê, ew hîn jî wan her du mijaran girîng dibînin û di paşerojê de jî di nav hevpeymaniyê de bi gotûbêj û diyaloga hevalane ji bo çareserkirina wan dixebitin.
"Qonaxeke nû û hestiyar"
Komeleyê di beşeke din a daxuyaniya xwe de wiha got:
"Em hemû dibînin ku di rojên borî de qonaxeke nû hatiye pêş; bayê guherînê zêdetirî her demekê berê xwe daye herêma me û Rojhilatê Kurdistanê xistiye pêşberî şert û mercên hestiyar û dîrokî ku ev jî pêdivî bi yekrêzî û xebata hevbeş heye."
Zexta dostan û biryara dawî
Polîtburoya Komeleyê amaje bi wê yekê jî kir ku ji ber zexta dost û dilsozên tevgera Kurdistanê û ji bo xurtkirina "yekrêziya navmala Kurd", wan biryar da ku wekî erkeke dîrokî û neteweyî, beşdarî hevpeymaniyê bibin.
Ev biryara Komeleyê di demekê de ye ku hewlên ji bo yekxistina refên hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê li hemberî bipêşketin û rewşa siyasî ya Îranê zêde bûne.
Di daxuyaniya Polîtburoya Komeleyê de wiha hat gotin:
"Bi liberçavgirtina hemû wan tiştan û ji ber wê yekê ku Komele her tim erkên dîrokî û berjewendiyên neteweyî dixe ser her tiştî, Polîtburoya Komeleyê biryar da ku ji îro ve beşdarî Hevpeymaniya Partiyên Kurdistanê bibe û ew mijarên ku ji bo tevgerê û paşeroja Kurdistanê girîng dibîne, li navxweyê hevpeymaniyê û bi diyaloga hevalane çareser bike."