Herêma Kurdistanê şeveke agirîn derbas kir: 5 dron hatin xistin
Hewlêr (Rûdaw) - Herêma Kurdistanê şeveke agirîn û tije xof derbas kir.
Li Hewlêrê zêdetirî 5 dronan hatin têkbirin, dronek li Dihokê ket xwarê û baregeheke berê ya Neteweyên Yekbûyî jî li Silêmaniyê hat armanckirin.
Hinek ji wan dronan ji aliyê pergala parastinê ve hatin xistin û hineke din jî li deverên sivîlan ketin.
Herî zêde bi dronan êrişî Hewlêrê hatin kirin.
Hinek ji wan li navçeya Behirkeyê, bajarokê Kesnezanê û taxa Rewşenbîrî ketin xwarê.
"4 zarokên me birîndar bûn"
Yek ji wan dronên ku li Kesnezanê ketiye xwarê, li dikan û xaniyê welatiyekî ketiye.
Welatiyê ku dronê zerer daye mala wî ji Rûdawê re got, "Çar zarokên me birîndar bûn û birînên wan sivik in."
Droneke din jî piştî ku pergala parastinê ew xist, li Behirkeyê li nêzîkî dîwarê malekê ket xwarê.
Ev pêla êrişên dron û mûşekan a li Herêma Kurdistanê di demekê de ye ku şerê navbera Îran û Amerîka-Îsraîlê gur bûye.
Komên çekdar ên nêzîkî Komara Îslamî ya Îranê, bi taybetî jî "Seraya Ewliya Dem" ku beşek e ji koma "Berxwedana Îslamî", berpirsyariya piraniya wan êrişan li xwe digire.
Cara ewil e êrişî Silêmaniyê tê kirin
Êrişên bi dron û mûşekan ên li ser Herêma Kurdistanê ji 28ê Sibatê ve dest pê kirine.
Şeva borî cara yekem êrişan parêzgeha Silêmaniyê jî li xwe girt.
Bi dronê baregeha berê ya Neteweyên Yekbûyî ya li girekî navenda bajarê Silêmaniyê hat bombebarankirin.
Şahidekî bûyerê ji nûçegihanê Rûdawê yê li Silêmaniyê re got, "Min dengê dronekê bihîst, zarokên min gotin ew dengê balafirê ye.
Ez çûm lê binêrim, wê demê teqiya, dengê wê gelekî bilind bû."
Êrişa dronan parêzgeha Dihokê jî vegirt.
Dronek li gundê Korka Şêxê yê navçeya Akrê ket xwarê û hêzên ewlehiyê li ser bûyerê dest bi lêkolînê kir.
Çavkaniya avêtina wan dronan ne diyar e ku herî zêde bi şevan tên avêtin lê aliyê li pişt êrişan diyar e.
"Di nava çend rojan de 110 dron û mûşek"
Wê koma ku navê "Berxwedana Îslamî ya li Îraqê" li xwe kiriye û nêzîkî Komara Îslamî ya Îranê ye ragihand ku wan tenê 3yê Adarê 27 êriş birine ser baregehên neyarên xwe yên li Îraq û herêmê.
Koma Seraya Ewliya Dem ku komeke çekdar a Şîe ya Îraqê ye, berpirsyariya 7 êrişên li ser Herêma Kurdistanê li xwe girtiye.
Li gorî şopandina Rûdawê, ji 28ê Sibatê ve heta niha zêdetirî 30 êrişan li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin.
Di wan êrişan de zêdetirî 110 dron û mûşek hatine bikaranîn.