Bi mûşekan êrişî Partiya Azadiya Kurdistanê kirin: Pêşmergeyek şehîd bû

Hewlêr (Rûdaw) - Vê sibehê bi mûşekan êrişî baregeha Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ya li nêzîkî Dêgeleyê ya navçeya Koyeyê ya parêzgeha Hewlêrê hat kirin.

Berpirsê pêwendiyan ê wê partiyê ragihand ku di êrişê de pêşmergeyek şehîd bûye.

"Pêşmergeyekî me şehîd bû"

Endamê Serkirdayetî û Berpirsê Pêwendiyan ê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Edîb Xalidiyan ji Rûdawê re got:

"Di encama êrişeke li ser baregeha Partiya Azadiya Kurdistanê ya li nêzîkî Dêgeleyê de, pêşmergeyekî me yê bi navê Celal Reşîdî şehîd bûye.

Celal Reşîdî xelkê Seqizê ye û zarokekî wî heye."

2 mûşek hatin avêtin

Edîb Xalidiyan her wiha destnîşan kir ku "Êriş bi rêya 2 mûşekan hatiye kirin.

Ji bilî şehîdbûna pêşmergeyekî me, 3 pêşmergeyên din jî birîndar in."