Li Urmiyeyê êriş: 7 kesan canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Urmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê di êrişeke leşkerî de 7 kesan canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Medyaya Îranê ragihand ku êriş ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve hatiye kirin.

"Cihên niştecihbûnê hatin armanckirin"

Li gorî nûçeyên hatine belavkirin, êrişa leşkerî ya hevbeş a Amerîka û Îsraîlê li cihên niştecihbûnê yên bajarê Urmiyeyê hatiye kirin.

Hat diyarkirin ku di encama wê êrişê de 7 kesan canê xwe ji dest daye û kesek jî birîndar bûye.

Ji saetên sibehê ve êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dijwar bûne.