Galeriya wêneyan

04-04-2018
54 Photos
RÛDAW

Pîrmam (Rûdaw) – Roja duyem a taziyeya Dilovan Îdrîs Barzanî birayê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Pîrmamê birêve çû.

 

Bi beşdariya hezaran kesayetên ji çînên ciyawaz ên Başûrê Kurdistanê, serok û nûnerên partî û aliyên siyasî yên Kurdistan û Iraqê taziyeya Dilovan Îdrîs Barzanî birayê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî birêve çû.

 

Şandeke bilind a Iraqê bi serokatiya Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm, Cîgirên Serokomarê Iraqê Eyad Ellawî û Usame Nuceyfî beşdarî taziyeyê bû.

 

Herwiha şandeke Îranî jî bi serokatiya Balyozê berê yê Îranê li Iraqê Hesen Danayfer beşdarî şînê bû û hevxemiya xwe bo xizmên Dilovan Barzanî derbirî.

 

Roja Duşemê (02-04-2018), Dilovan Îdrîs Barzanî birayê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di temenê xwe yê 52 salî de bi celteya dil li Hewlêrê koça dawî kir.