Fazil Mîranî: Qubad Talebanî dibe cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê
Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê Fazil Mîranî ragihand ku di kabineya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Qubda Talebanî dibe cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê.
Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê Fazil Mîranî beşdarî 60emîn salvegera damezrandina rojanameya Xebatê bû. Mîranî di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re li ser mijara rêkeftina di navbera PDK û Yakîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) a ji bo pêkanîna kabineya hikûmeta Kurdistanê de daxuyanî da.
Fazil Mîranî got: “Avakirina hikûmetê û pêkanîna rêketina di navbera PDK û YNKê de dê dilê Kurdan kêfxweş bike. Herwiha dê li hemberî planên dijminan hevkariya Kurdan bihêz bike.
Mîran ji bo Rûdawê ragihand ku destnîşandkirina Nêçîrvan Barzanî ji bo postê Serokê Herêma Kurdistanê û Mesrûr Barzanî ji bo postê Serokê Hikûmetê Kurdistanê û Qubad Talebanî ji bo postê Cîgirê Serokê Hikûmeta Kurdistanê bi dilê Kurdan e.
Herwiha Mîranî da zanîn ku Serokê Parlemen ku Yekîtî werbigire, ev hemû bi dilê Kurdan e.
Fazil Mîranî di heman demê de got, ku nabe endamên serkirdayetiyê partiyan berjewendiyên taybet bixin ser berjewendiyên partiyan û nabe berjewendiyên partiyan jî bixin ser berjewendiya welatiyan.