Qulingên koka wan li ber qelanê Dêrsim ji xwe re kirin sitargeh
Hewlêr (Rûdaw) - Qulingên stûqeleq ên hindik maye koka wan biqele û bûne mijara gelek kilaman li navçeya Pulur a Dêrsima Bakurê Kurdistanê cihêke avî ji xwe re kirin sitargeh.
Navçeya Pulur a ku bilindahiya wê 1500 e û di nav çiyayên Munzurê de ye, ji ber av û hewaya xwe ji gelek ajelan re mazuwaniyê dike.
Li wir werdek, rovî, beraz, hirç, pezkovî, çivîk, werşeq û gelek ajelên din dijîn ku yek ji wan jî quling e.
Ji ber ku êdî bihar hat û xweza ji nû ve zîndî bû û êdî qulingên dibin mijara gelek kilaman jî li vir tên dîtin.
Qulingên stûxeleq zivistanê ber bi başûr ve diçin, biharê û havînê jî koçî bakur dikin.
Qulingan li taxa gundê Çakmakliyê cihên avî û yên qamîş lê hene ji xwe re kirin sitargeh û li wir dijîn, difirin û ji xwe re li xwarinê digerin.