Amara qurbaniyên koronayê li Bakurê Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên fermî yên hikûmeta Tirkiyê, li Bakurê Kurdistanê 25 kesan bi koronayê canê xwe ji dest dane. 

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê amarên dawiyê yên tûşbûn û can jidestdan bi koronayê ragihand ku 2 hezar û 876 tûşbûyên nû hatine tomarkirin û hejmara tûşbûyan gihaye 20 hezar û 192 kesan û 425 kesan jî jiyana xwe jidest dane. 

Herweha serokkomarê Tirkiyê çend biryarên nû derxistin ku hatinûçûn di navbera 30 bajarên mezin ên Tirkiyê de bo 15 rojan hatiye qedexekirin, derketina derve ji bo kesên kêmî 20 saliyê û zêdeyî 65 saliyê hatiye qedexekirin, kesên li cihê giştî kar dikin divê maskeyê bikar bînin . 

Hatinûçûn li bajarên Amed, Erzirom, Dîlok, Mereş, Meletî, Mêrdîn, Wan û Riha yên Bakurê Kurdistanê hat qedexekirin

Li seranserê Tirkiyê 425 kesan bi koronayê canê xwe jidest dane ku li bajarê Bakurê Kurdistanê, li Meletî 5, Mêrdîn 4, Amed 2, Qers 2, Wan 2, Erzincan 2, Êlih, 2, D,lok 1, Mereş, 1, Riha, 1, Xarpêt 1, Çewlig 1, Sêwas 1, bi koronayê canê xwe ji dest dane.

Li bajarên Tirkiyê heî zêde li Stenbolê qurbanî hene ku 210 kes in û li Îzmîrê 27, Kocaelî 14, Zonguldak 12, Enqere û Konya 11 û Trabzonê 9 kesan canê xwe ji dest dane.