Mesrûr Barzanî: Em piştevaniya temam a Şah Ebdullah dikin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de, “Piştgirî û piştevaniya temam a xwe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê” ji bo Şahnişîniya Urdinê, biryar û hewlên Şah Ebdullah ragihand.
Piştgirî û piştevaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Şah Ebdullah, wek ku hatiye gotin, ji bo “parastina seqamgirî, aştî û aramiya” wî welatî ye.
Êvariya roja Şemiyê, 04.04.2021, Şazade Hemze bin Husên û 20 kesên din li Urdinê bi gumana plandanîna bo kudeta û jikardûrxistina Şah Ebdullah hatin desteserkirin.
Piştî belavbûna nûçeya desteserkirina şazadeyekî malbatê û çend kesayetên diyar ên dewletê bi gumana hewldana bo kudetayê li dijî desthilatê, an jî wek hikûmeta Urdinê dibêje, “neseqamgirîkirina welat”, Şazade Hemze vîdyoyek belav kir û amaje bi wê kir, daxwaz ji wî hatiye kirin, ti tevgerekê neke asayişa welat bixe metirsiyê û peywendî bi kesê jî neke.
Belavkirina wê vîdyoyê di demekê de ye, kenala fermî ya hikûmeta Urdinê, li ser zarê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Urdinê û Hêzên Emnî, ragihand, “Hemû ew hewl tên redkirin ku behsa desteserkirina Şazade Hemze dikin, lê tenê daxwaz jê hatiye kirin tevgrekê neke ku bo armancgirtina asayiş û seqamgiriya Urdinê bê bikaranîn.Ew jî di çarçoveya lêkolîna hevbeşên Hêzên Emnî ku bûye sedema desteserkirina Hesen bin Zeyd û Basim Îbrahîm Ewezella û çend kesên din.”
Ev rewşa nû ya Urdinê, nîgeraniya çend welatan li pey xwe anî, bi taybetî Amerîka ku wek yek ji hevbeş û hevpeymanên girîng û serekî yên Şah Ebdullah tê zanîn ku hevdem cîrana Îsraîlê ye û mezintirîn rewenda Filistînê li xwe digire.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price li hejmara xwe ya Twitterê ragihand, “Em ji nêzîk ve çavdêriya hewlên Urdinê dikin û em li gel berpirsên Urdinê di peywendiyê de ne. Şah Ebdullah hevbeşê sereke yê me ye û em bi temamî piştgiriya wî dikin.”
Hevdem Erebistana Siûdî, Misir û welatên din ên herêma Kendavê piştevaniya xwe ji pêngavên Hikûmeta Urdinê re ragihandin û wek girîng û pêwîst ji bo parastina asayiş û seqamgiriya welat û herêmê binav kirin.