Serok Barzanî: Bila Cejna Qiyamê bibe wesîleya kûrtirbûna pêkvejiyanê
Hewlêr (Rûdaw) - Serok Barzanî ji bo hatina Cejna Qiyamê, peyameke pîrozbahiyê ji Xiristiyanên Îraq, cîhan û Kurdistanê re belav kir.
Serok Barzanî hêvî kir ku ev cejn bibe wesîleya kûrtirbûna çanda pêkvejiyanê li herêmê.
Serok Mesûd Barzanî 4ê Nîsana 2026an di peyama xwe de pîrozbahiyên herî germ gihandin Xiristiyanan û got, "Ez bi helkefta hatina Cejna Qiyamê ya Hezretî Mesîh, pîrozbahiyê li hemû Xiristiyanên Îraq, Kurdistan û cîhanê dikim."
Serok Barzanî di peyama xwe de her wiha bal kişand ser pêwendiyên di navbera pêkhateyan de û anî wiha got, "Hêvîdar im ev cejn bibe sedema xurtbûna biratiyê da ku Xiristiyan û hemû pêkhateyên dînî û neteweyî yên din li Îraq û herêmê di nav aştî û aramiyê de bijîn."
Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de ji bo Xiristiyanan hêviya xêr û xweşiyê xwest û got:
"Cejna we pîroz be û her di nav xêr û xweşiyê de bimînin."