Nêçîrvan Barzanî: Divê Îraq tazmînatê bide Kurdên Feylî

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê di salvegera Komkujiya Kurdên Feylî de peyamek belav kir û ragihand ku divê hikûmeta Îraqê tazmînata madî û manewî bide Kurdên Feylî.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo salvegera 46an a "komkujî û derkirina" Kurdên Feylî peyamek weşand.

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de bal kişand ser hovîtiya li hemberî Kurdên Feylî û wiha got:

"Derkirina bi sed hezaran Kurdên Feylî û windakirina bi dehan hezarên din, komkujiyeke nijadperestane ya Beasê bû.

Vê tawanê dîrokeke reş û rabirdûyeke tal a tijî xeletî ji bo Îraqê li pey xwe hişt."

Banga ji bo tazmînatê

Nêçîrvan Barzanî di vê salvegerê de tekez kir ku divê hikûmeta federal a Îraqê erkê xwe bi cih bîne û di peyama xwe de anî ziman:

"Em ducare dikin ku divê hikûmeta federal a Îraqê li gorî biryara Dadgeha Bilind a Tawanan a Îraqê -ku ev tawan wekî komkujî nas kiriye- erkê xwe pêk bîne.

Pêwîst e tazmînata madî û manewî ya qurbaniyan û zererdîtiyan were kirin û nasname û mal û milkên wan li wan werin vegerandin."