Li Wanê ji ber xebatên Kurdî ceza li Komeleya Arsîsayê hat birîn
Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Çand, Ziman û Hunerê ya Arsîsayê ya li navçeya Erdîşê ya parêzgeha Wanê, ji bo zarokan kursên Kurdî û çalakiyên hunerî saz dike.
Birêvebiriya Perwerdeyê ya Wanê bi hinceta ku ev xebatên wê “bêdestûr in”, 400 hezar lîreyên Tirkî (derdora 9 hezar dolarî) ceza li komeleyê birî.
Birêvebirê Komeleya Çand, Ziman û Hunerê ya Arsîsayê û nivîskar Cevdet Zîlanî ji Rûdawê re diyar kir ku hincetên Birêvebiriya Perwerdeyê bêbingeh in û armanc astengkirina çand û zimanê Kurdî ye.
Cevdet Zîlanî li ser vê nêzîkatiyê got:
“Mixabin ev nêzîkatiya wan ne ji ber rêgezên perwerdeyê ye, bêtehemuliya li hemberî çand û zimanê Kurdî ye.
Em vê nêzîkatiyê şermezar dikin.
Divê ev bêtehemuliya li hemberî zimên bi dawî bibe.
Em dibêjin divê zimanê Kurdî di destûra bingehîn de cih bigire.
Ji dibistanên seretayî heta zanîngehan divê perwerdeya ziman were misogerkirin."
Pêvajoya çareseriyê û zextên li ser Kurdî
Cezakirina Komeleya Arsîsayê di demekê de ye ku zêdetirî sal û nîvekê ye li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêvajoyeke ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurdan bi rê ve diçe.
Hevberdevkê Komîsyona Çand û Ziman a DEM Partiyê Heval Dilbihar jî bi rêya Rûdawê bangî rayedaran kir ku dawî li zextên li ser Kurdî bînin û li gorî keşûhewaya pêvajoyê tevbigerin.
Heval Dilbihar li ser mijarê wiha axivî:
“Em di pêvajoyeke hewldanên aştiyê û civakeke demokratîk de ne.
Li şûna ku pêşî li zimanê Kurdî û hemû nirxên Kurdî bê vekirin, sed mixabin dîsa zext û êrişên li ser ziman û nirxên neteweya Kurd kêm nebûne.
Ev kiryara li dijî saziya ziman a Arsîsayê mînakeke vê yekê ye.
Heger bixwazin civakeke demokratîk were sazkirin û pêvajoya aştiyê bi pêş bikeve, divê berî her tiştî zext, zordarî, hewldanên bişaftinê û dorpêçên li ser zimanê Kurdî bên rakirin.”
Komeleya Çand, Ziman û Hunerê ya Arsîsayê sala 2019an bi fermî li navçeya Erdîşê hatiye avakirin.
Komele ji wê demê ve bi xwebexşî di astên cuda de kursên perwerdeya zimanê Kurdî, şano û hînkirina amûrên muzîkê pêşkêşî xelkê navçeyê dike.