Mesrûr Barzanî di salvegera Komkujiya Kurdên Feylî de bangî Bexdayê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di salveger komkujiya li Kurdên Feylî de bangî hikûmeta Îraqeyê kir ku erkên xwe yên yasayî û destûrî bi cih bîne û tezmînatê bide wan.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi minasebeta salvegera 46 an komkujiya li Kurdên Feylî peyamek belav kie da.

Di peyama Barzanî de hat diyarkirin ku rejîmên berê yên Îraqeyê, bi taybetî rejîma Beasê, bi sed hezaran Kurdên Feylî şehîd kirin, dersînor kirin û dest danîn ser mal û milkên wan.

"Divê tezmînatê bidin mexdûrên rejîma berê"

Mesrûr Barzanî daxwaz kir ku hikûmeta Îraqeyê bi awayekî şayiste tezmînatê bide malbatên şehîdan û zererdîtiyên Kurdên Feylî.

Serokwezîr tekez kir ku ev tezmînat ne tenê ji bo Kurdên Feylî, divê ji bo şehîdên kîmyabaranê, enfalkiriyan û hemû kesên ku ji ber rejîma berê zerer dîtine jî be.

Barzanî di dawiya peyama xwe de rêz li şehîdan girt û got:

"Di vê bîranîna xemgîn de, em li ber giyanê pak ê şehîdên Kurdên Feylî û hemû şehîdên Kurdistanê bejna xwe ditewînin."