Bîlançoya êrişên li Herêma Kurdistanê: 638 mûşek û dron
Hewlêr (Rûdaw) - Ji destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê ku 28ê Sibata 2026an dest pê kir, heta niha 638 mûşek û dron avêtine Herêma Kurdistanê.
Li gorî amaran, di encama van êrişan de 14 kes mirine û 93 kes jî birîndar bûne.
Li gorî şopandina Tora Medyayî ya Rûdawê, ji destpêka şer heta îro saet 12:00an zêdetirî 500 mûşek û dronan tenê bajarê Hewlêr û derdora wê kirine hedef.
Amarên êrişan li gorî parêzgehan:
Hewlêr: 507 mûşek û dron
Slêmanî: 104 mûşek û dron
Dihok: 25 mûşek û dron
Helebce: 2 dron
Êrişên herî dawî
Îro di navbera saet 01:50 û 01:55an de, 7 dron li asmanê Hewlêrê û nêzîkî balafirgehê hatin têkbirin.
Her wiha di navbera saet 02:00 û 02:20î de jî 3 dronên din li asmanê bajêr hatin xistin.
Berê sibehê li Koyeyê dengekî bihêz hat bîstin lê nehat zanîn ka mûşek e yan dron e.
Li qezaya Çomanê ya bi ser îdareya Soranê ve jî 3 dengên bihêz hatin bîstin.
Berpirsekî bilind ê herêmê ji Rûdawê re got, "Êriş li cîhekî avadan neketiye, dibe ku li çolterê ketibe an jî li aliyê Îranê hatibe."
Li bajarê Slêmaniyê jî saet 03:00yan dengekî mezin hat bîstin lê saziyên ewlehiyê hêj eşkere nekiriye ka ew çi bûye.
Doh jî çavkaniyeke ji Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) ji Rûdawê re ragihand, bi 7 mûşek û 2 dronan êrişî Kampa Azadiyê ya li Koyeyê hatiye kirin lê ziyanên canî çênebûne.
Amarên qurbaniyan
Ji 28ê Sibatê ve di encama van êrişan de 14 kes mirine. Kesên ku mirine ev in:
- 6 Pêşmergeyên Fermandariya Devera Yekem (li Xelîfanê)
- Karmendekî Asayîşê (li Balafirgeha Hewlêrê)
- 6 Pêşmergeyên sê partiyên Rojhilatê Kurdistanê (li Hewlêr, Slêmanî û Başîkê)
- Leşkerekî Fransayê (12ê Adarê li Hewlêrê)
Ji 93 birîndaran 18 kes sivîl in. Di nav sivîlan de kesekî ku bi motorsîkletê xwarin digihand, karmendeke tenduristiyê, zarokek û 2 xwendekar hene.
Her wiha 5 leşkerên Fransayê û hejmarek Pêşmergeyên Rojhilat jî birîndar bûne.
Deverên ku hatine bombebarankirin
Parêzgeha Hewlêrê:
Dola Melekan, Herîr, Kanî Qirjale, Balîsan, Xebat, nahiyeya Rizgariyê, Spîlik, Mela Qere, Karêzan, Kampa Zewî Spî, Kampa Cejnîkanê, Dream City, Kesnezan, Pîrzîn, Fermanberan, Sêbîran, Rewşwnbîrî, Jiyan, Kurdistan, Newroz, Nûseran, Hevalan, Gundê Koreyê, Gezne, Behirke, Enkawa, Xelîfan, Balafirgeha Hewlêrê û baregehên Pêşmergeyan.
Parêzgeha Slêmaniyê:
Bajarê Slêmaniyê, Girdî Rîaye, Mêrgepan, Qalawe, taxa Beranan, Şeqama 60 Metreyî, gundê Zirguwêz, gundê Zirguwêzele, nahiyeya Sûrdajê, qezaya Kifriyê, baregehên Hêzên 70 û Çiyayê Zimnakoyê.
Parêzgehên Dihok û Helebceyê:
Qada petrolê ya Sersingê, Kampa Bajid Kendalê, Akrê, nahiyeya Bicîlê, qezaya Berderêşê û taxa Maltayê.
Her wiha qada petrolê ya Çemankê, Amêdî û Çiyayê Şinruwê yê li Helebceyê hatine bombebarankirin.