Serokê Partiya Saadetê: Eger Îran bi tenê bimîne dê dor were Tirkiyeyê
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmut Arikan ragihand ku ew ji destpêkê ve piştgiriyê didin pêvajoyê çareseriyê lê divê hikûmet di vî warî de hîn bi lez gavan biavêje.
Mahmut Arikan roja Înê çû Dersima Bakurê Kurdistanê.
Ev seredan beşek ji geşta wî ya Bakurê Kurdistanê ye ku Amed, Çewlîg û Xarpêtê jî li xwe digire.
Arikan li Dersimê bi esnafan re civiya, çû Cemxaneyê û bi nûnerên saziyên civakî re rûnişt.
"Dersim hatiye jibîrkirin"
Arikan piştî hevdîtinan bersiva pirsên Rûdawê da.
Wî diyar kir ku ew giringiyê didin siyaseta li qadê da ku pirsgirêkan di cih de bibînin.
Arikan anî zimên ku xelk di nav tengasiyeke mezin de ye û got:
“Ew pirsgirêka ku li Enqereyê heye, li Amed, Xarpêt û Çewlîgê jî heye lê belê Dersim bajarekî wisa ye ku hatiye jibîrkirin.
Mirov li vir hîs dikin ku desthilat li hemberî daxwazên wan bêdeng e.
Em dê ji bo çareserkirina pirsgirêkên 86 milyon welatiyan bixebitin.”
Meseleya çareseriyê û înîsiyatîv
Mahmut Arikan bal kişand ser pêvajoyê çareseriyê û destnîşan kir ku divê ev mesele êdî bi encam bibe.
Arikan li ser vê mijarê got, “Yek ji bendewariyên herî mezin ên vê herêmê bidawîbûna 'Pêvajoya Tirkiyeya Bê Teror' e.
Em ji roja ewil ve bi awayekî erênî nêzîkî vê pêvajoyê dibin da ku bi serkeftî bi dawî bibe.
Ez careke din dibêjim; divê desthilat hinekî din lez bike û ji bo çareseriya vê pirsgirêkê înîsiyatîvê bigire ser milê xwe.”
Hişyariya li ser Îranê
Arikan li ser şerê li herêmê û êrişên li Îranê jî hişyarî dan û rexne li helwesta hikûmetê girtin.
Wî anî zimên ku wan her tim digot dê emperyalîzm û siyonîzm êrişî Îranê bikin û ev 35 roj in ku ev êriş didomin.
Arikan diyar kir ku divê mirov li dijî siyonîzmê li gel Îranê cih bigire û pê de çû:
“Eger em Îranê bi tenê bihêlin, sibe dê dor were ser Tirkiyeyê.
Balyozê Amerîkayê Tom Barrack behsa guherandina sînorên welatên herêmê dike.
Di demekê de ku daxuyaniyên wisa tên dayîn, nayê qebûlkirin ku hikûmet tenê bibe temaşevan.”
Pirsgirêkên aborî û koçberî
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Dersimê Hasan Huseyin Coşkun jî di civîna li gel saziyên civakî de, behsa pirsgirêkên aborî û koçberiya ciwanan kir.
Coşkun diyar kir ku ji bo rêgirtina li koçberiyê divê qadên nû yên kar werin vekirin û got:
“Serweta me ya herî mezin paşeroja zarokên me ye.
Divê em li şûna projeyên pûç, giringiyê bidin lêkolîn û bipêşketinê da ku em karibin ciwanên xwe li vî bajarî bigirin.”
Mahmut Arikan ragihand ku eger ti astengî dernekevin, ew dê hefteya bê seredanên xwe li bajarên Mêrdîn, Bedlîs û Şirnexê jî bidomînin.