Hewlêr (Rûdaw) – Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo çavdêriya vekişîna hêzên PKK'ê ya ji bakûrê Kurdistanê, komîsyonek ava kir. Ev komîsyon di 8'ê gulanê de li herêmên ku PKK hêzên xwe vedikşîne, dest bi xebatên xwe dike.
Li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, PKK'ê di 26'ê nîsanê de eşkere kir ku dê hêzên xwe, ji 8'ê gulanê û pê ve ji nav sînorên Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê vekişîne. Piştî vê daxuyaniya ku ji aliyê hemû derdoran ve bi xweşbînî hat pêşwazîkirin, xebatên sazî û dezgehên mafên mirovan jî lezgîntir bûn. Di vê çarçoveyê de, Komeleya Mafên Mirovan jî komîsyoneke çavdêriyê ava kir. Endamê komîsyonê û Sekreterê şaxa komeleyê ya Amedê M. Racî Bîlîcî der barê mijarê de ji Rûdawê re axivî.
Dewlet û çapemenî tên agahdarkirin
Bîlîcî bi bîr xist ku ji berê de binpêkirinên li herêmê pêk tên, tespît dikin, tiştên hiqûqî hebin, eşkere dikin. Bîlîcî da zanîn ku niha komîsyoneke çavdêriyê ya ji bo vekişînê amade kirine û derbarê vê komîsyonê de ev agahî dan: "Di komîsyonê de 25 kes hene. Ji hemû saziyên me yên herêmê kes tê de ne. Em 3 kes jî berpirsyarên vê komîsyonê ne. Ez, serokê şaxa komeleya me Serdar Çelebî û ji navenda giştî ya saziya me Şevket Akdemîr in. Em ê li herêmê tiştên ku ji aliyê dewletê, cerdevanan, tîmên taybet an jî PKK'ê ve diqewimin, bi tevî ciyê wan tespît bikin."
Ji bo pêvajo zerer nebîne
Bîlîcî da zanîn ku heta niha xebata wan çewa be, niha jî dê wisa be, ew ê van agahiyan bi dewletê û çapemeniyê re parve dikin. Bîlîcî ragihand ku ev agahdarî wê bi rêya raporan ji dewletê re bê kirin da ku mudaxale bi lez bê kirin. Bîlîcî wiha got: "Di paşvekişînê de alozî, tengasî derket, di wê demê de emê agahî bidin hemû kesî, da ku ev pêvajo zerarê nebîne. Beriya çûyîna xwe emê her kesî agahdar bikin. Li wê herêmê berpirsyar kî bin, wek Walî an jî leşkerî, em destûr naxwazin, tenê agahî didin wan."
Bi Komîsyona Aqilmendan re di nav têkiliyê de ne
Bîlîcî, li ser pirsa derbarê dema xebatê ya komîsyonê de jî da zanîn ku heta dawiya vê pêvajoyê ew ê vê xebata xwe bidomînin. Bîlîcî da zanîn ku bi Komîsyona Aqilmendan re jî têkiliya wan heye û wiha pê de çû: "Serokê navenda giştî ya komeleya me birêz Ozturk Turkdogan jî di nav Komîsyona Aqilmendan de ye. Em ê bi rêya wî, vê komîsyonê jî agahdar bikin. Bi wan re parve bikin. Kî vê pirsgirêkê derdixe, em ê ji raya giştî re ragihînin. Divê her kes bizanibe ku ev kî ne û vê zîhniyetê mehkûm bikin."
Di 8'ê gulanê de daxuyanî didin
Bîlîcî ragihand ku di 8'ê gulanê de ew ê daxuyaniyek bidin û armanca daxuyaniyê wiha vegot: "Em ê li herêmeke stratejîk, wek sembolîk daxuyaniyek bidin çapemeniyê û naveroka wê bi berfirehî eşkere bibe."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse