Komkujiya Dêrsîmê yek ji komkujiyên herî mezine di dîroka Kurdan de


Dêsrîm (Rûdaw)- Seyid Riza li dijî siyaseta asîmlasyona ku dewleta Tirkiyê li ser Kurdan dimeşand, di sala 1937an de serê xwe hilda.

Dewleta Tirkiyê ji bo serhildana Seyid Reza bişkînê di 4ê gulana 1937an de parlamentoya Tirkiyê biryara bi navê “tenkîl û tehcîrê” derxist û bi hêzên artêşa xwe êrîş bir ser Dêrsîmê.

Di encama wê êrîşê de yek ji komkujiyên herî mezin di dîroka Kurdan de li wir çêbû û di encama komkujiyê de ji 70-90 hezar kesên Kurd jiyana xwe ji dest dan û bi sed hezaran hatin sirgûnkirin û li wê derê cara yekem di dîroka Kurdan de jî çekên kêmyewî hatin bikaranîn.

Dêrsîm

Dikeve rojavayê Bakurê Kurdistanê.

Piraniya Kurdên wê Zaza û Elewî ne.

Berî sala 1847an navê wê Dêsim bû.

Di 25ê kanûna 1935an de bû parêzgeh.

Ji bajar,10 navçe, 2 bajarok û 342 gundan pêk tê.

Hejmara nişteciyên bajêr nêzîkî 200 hezarî ye.

Nêzîkî 300 xelkên Dêrsîmê li Ewropa niştecî ne.

Bi deh hezaran xelkên Dêrsîmê li Tirkiyê belav in.

Serhildana Dêrsîmê

Seyid Riza li dijî asîmlasyonê derket.

Sala 1937an nameyek ji wezîrê derve yê Îngîltera re rêkir.

Serhildana Dêrsîm ji 1937-1939an dirêj kir.

Seyid Riza rêberê serhildana Dêrsîmê bû.

Komkujiya Dêrsîmê

Roja 4ê gulanê Parlamentoya Tirkiyê biryara komkujiya Dêrsîmê da.

Biryara komkujiyê bi navê Tenkîl û Tehcîrê bû.

Tirkiyê dibêje nêzîkî 14 hezar Kurdên Dêrsîmê jiyana xwe ji dest dan.

Li gor saziyên Kurdan 70-90 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.

Bi deh hezaran xelkê Dêrsîmê hatin sirgûn kirin.

Di îlona 1938an de çekên kîmyewî yekem car li Dêrsîmê hatin bikaranîn.